Sê kesên din jî reda xwe ya wijdanî aşkera kirin

Sê kesên din jî reda xwe ya wijdanî aşkera kirin

Sadik Orgun, Suleyman Kirkpinar û Muslum Kivircik bi rêya Komîsyona Reda Wijdanî ya ÎHD’ê Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin reda xwe ya wijdanî aşkera kirin. Di civînê de bangawazî hat kirin ku kesên leşkeriya xwe kirine jî ji bo xwedîderketina li reda wijdanî “reda xwe poşmantiyê” aşkera bikin.
Sadik Orgun(28), Suleyman Kirkpinar (28) û Muslum Kivircik (40) bi rêya Komîsyona Reda Wijdanî ya ÎHD’ê Şaxa Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xistin û reda xwe ya wijdanî aşkera kirin. Di civînê de ligel Serokê ÎHD’ê Şaxa Stenbolê Umît Efe, redkarên wijdanî, Hevseroka Komeleya Reda Wijdanî Merve Argun û Berdevkê Komîsyona Reda Wijdanî ya ÎHD’ê Ahmet Demîrsoy jî amade bû. Serokê ÎHD’ê Şaxa Stenbolê Efe diyar kir ku leşkerî di mîlîtarîzmê de yek ji spartekên herî girîng e û got, “Le mixabin li welatê me kesên li hember mîlîtarîzmê ev qasî têkoşîneke bi rûmet didin bi rêya raporên ne rast bi dozan re rû bi rû tên. Efe da xuyakirin ku wê xebatên reda wijdanî pêş bixin û dê piştgiriyê bidin kesên reda xwe ya wijdanî aşkera dikin.
Redkarê wijdanî Mehmet Tarhan jî diyar kir ku reda wijdanî ne tenê li hember mîlîtarîzmê ye û mirov dikare bi gelek aliyan ve aşkera kir.
'EZ NAXWAZIM BIBIM QATIL Û LI HEMBER BIRAYÊ XWE ŞER BIKIM’
Sadik Orgun ê reda xwe ya wijdanî aşkera kir û 8 sal in neçûye leşkeriyê wiha axivî, "Ji ber ez neçûme leşkeriyê dewlet pereyan ji min dixwaze. Di vê rewşê de ez naxwazim biçim leşkeriyê. Ez leşkeriyê red dikim. Welatiyê bi navê Suleyman Kirkpinar jî got, "Ez naxwazim bibim qatil û li hember birayê xwe şer bikim.” Muslum Kivircik jî ku 20 sal in neçûye leşkeriyê reda xwe ya wijdanî aşkera kir û wiha axivî, "Ji ber nasnameya xwe ya etnîk leşkeriyê red dikim. Ez red dikim li hember gelê xwe yê bi salan tê înkarkirin çekê rakim.”
Di civîna ku bi axaftinan berdewam kir de herî dawî Hevseroka Komeleya Reda Wijdanî Merve Argun jî diyar kir ku li hemberî mîlîtarîzmê aşkerakirina reda wijdanî girîng e. Argun her wiha destnîşan kir ku wê sibehê li Weqfa Îsmaîl Beşikçî der barê reda wijdanî de panelekê li dar bixin û di panelê de wê daxuyaniyên reda wijdanî ya civakî bê kirin.