Li salona bîranînê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, weneyên her sê jinên Kurd; Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, şehîdên şoreşê Akîf Yilmaz, Xebat Dêrik û Nûman Amed hatin daliqandin. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ayşe Goktepe di destpêkê de axivî.
Goktepe bal kişand ser girîngiya şehîdan ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdan û bi giranî li ser komkujiya Parîsê sekinî.
Goktepe da xuyakirin, her sê jinên Kurd ji aliyê MÎT a Tirk ve bi plan hatine kuştin û ji bo kujerên rastî eşkere nebin, dewleta Fransa jî hewl dide komkujiyê binixumîne. Goktepe got, "Jinên Kurd wê ti carî vê qebûl nekin. Heta ku sûcdar bên cezakirin, em ê her tim daxwaza edaletê bikin."
Li ser navê Malbatên Şehîdan Dayika Şukriye axivî û diyar kir, Sakîne Cansiz sembola aştî û azadiyê ye.
Dayika Şukriye bal kişand ser kesayetiya têkşer a Cansiz û got, "Jineke esîl û wêrek bû, ku di zîndanê de tuf li rûyê îşkencekar Esat Oktay kir. Ji ber vê taybetmendiya xwe ya berxwedêriyê bû hedef. Çi bû? Me dest ji têkoşînê bedan? Na, berevajî me têkoşîn mezintir kir û em ê hê bêhtir mezin bikin."
Kekê Akîf Cebe yê li Nisêbînê di sala 2013'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hat kuştin Latîf Cebe da xuyakirin, ku Akîf şehîdê azadiyê yê tevahiya gelê Kurd e û ew ê têkoşîna wan bidomînin.
Helbestvan Fatma Savci û Ednan Dogan jî helbestên xwe yên têkildarî her sê jinên Kurd û şehîdan xwendin.
Di merasîma bîranînê de li ser jiyan û têkoşîna her sê jinên şoreşger û Akîf Yilmaz, Xebat Dêrik û Nûman Amed sînevîzyon hat nîşandan. Li ser navê Tevgera Azadiyê ya Kurd, PJAK û PYD'ê axaftin hat kirin.
Di merasîma bîranînê de hunermend Evîn Akbaş derket ser dikê û li ser şehîdên şoreşê stran got.