Saziyên Baweriyê yên Mezepotamyayê: Her kes xwedî li Efrînê derbikeve

Komîteya Saziyên Baweriyê yê Mezepotamyayê daxuyaniyek da çapemeniyê û êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û bang li hemû bêşên baweriya kir: “Hewceye hemû beşên baweriya li hember van êrîşan derbikevin, ji bo vê divê di çalakiyan de cihên xwe bigirin."

Îro li navenda FEDA ya li bajarê Elmanya Leverkursenê saziyên Êzîdî yên bin sêvana NAV-YEK’ê, CÎK, nûnerên Kongra Gel a Mezepotamyayê û FEDA daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyani de bang li her kesî kirin ku li hember êrîşên Tirkiyê hasas bin.

‘DIVÊ HEMÛ BEŞ LI DIJÎ ÊRÎŞAN DERBIKEVIN’

Ji rêveberên TAJE’ê Songul Talay daxuyaniya çapemeniyê xwend. Li gorî daxuyaniyê: “Li ber çavê tevahiya cîhanê mirovahî tê kuştin. Welatê NATO’yê dewleta Tirk bi sedan balafirên şer, çete û tîmên taybet êrîşên hovane pêk tîne. Li bajarê aramiyê Efrînê Misilman, Êzîdî, Elewî, Tirkmen, Kurd û Ereb bi awayekî aştiyane bi hev re dijîn. Lê dewleta Tirk êrîşî vê jiyanê dike. Em van êrîşan rexne dikin, di serî de bawirmend em bang li hemû beşan dikin ku xwedî li Efrînê derbikevin.”

‘XWEDÊ ALÎKARÊ YPG Û YPJ’Ê BE’

Li ser navê CÎK’ê jî Hatîce Turhalli diyar kir ku ew êrîşên dewleta Tirk ên li hember Efrînê şermezar dikin û got: “Li hember vê zilm û zextê xwedê alîkarê YPG û YPJ’ê be. Li hember vê hovîtî û van zaliman serkeftî bike. Ji ber ku dewleta Tirk zarok jî di nav de sivîlan qetil dike. Wan dikuje. Ev hovîtiye. Di ti baweriyê de cihê ve tineye.”

‘EFRÎN NAVÊ MIROVAHÎ Û DEMOKRASIYÊ YE’

Li ser navê FEDA’yê Jînda Denîz êrîşên li hember Efrînê şermezar kir û bang li hemû beşan kir ku xwedî li Efrînê derbikevin. Jînda Denîz bal kişand ser dewlemendiya baweriyan a li Efrînê û got: “Efrîn bexçeyê gel û baweriyan e. Civakeke demokratîk li wir hate avakirin. Hemû beş û gel bi awayekî aştiyane bihevre dijîn. Lê belê dewleta Tirk a faşîst ev rane kir û van êrîşan pêk tîne. Em van êrîşan şermezar dikin. Di serî de Elewî em bang li her kesê/î dikin ku li dijî van êrîşan derbikevin. Efrîn navê demokrasî û mirovahiyê ye.”

‘CIHÊN PÎROZ ÊN ÊZÎDIYAN TÊNE BOMBEKİRİN’

Alî Saçik jî li ser navê Koordînasyona Civaka Êzîdî axivî, diyar kir ku ew erîşên li hember Êzîdiyan şermezar dikin û got: “Êrîşa li hember Efrînê fermana duyem e. Heke dewleta Tirk a mêtinker li Efrînê serbikeve wê êrîşî Şengalê bike. Îro cihên pîroz ên civaka Êzîdî têne bombekirin û têne xirakirin. Ev hovîtiyeke. Divê herkes li dijî ve derbikeve.”