Saziyên mafê mirovan ên Elmanya banga lezgîn li hikûmetê kirin

Saziyên mafê mirovan ên Elmanya yên navdar, di serî de ji bo tecrîda li ser Ocalan were rakirin,ji bo ku zext li ser rejîma Erdogan were kirin banga lezgîn li Hikûmeta Federal kirin.

4 saziyên ku li Elmanya bi xebatên xwe yên mafê mirovan û aştiyê hatine nasîn deklarasyoneke hevpar ji bo Hikûmeta Federal a bi Serokwezîriya Angela Merkel re nivîsîn. Di deklarasyonê de ya bi sernava ''banga me ya lezgîn a li Hikûmeta Federal e'' hate gotin ji bo ku pêşî li mirinên nû were girtin, mafê mirovan were parastin û aştî pêk were, divê Elmanya tevbigere.

Deklarasyon ji hêla Hekîmên Navnetewî yên Pêşîlêgirtina Şerê Nukleer(IPPNEW) ê Tirkiyê Dr. Gîsela Penteker, Dîalog Kreîs, Komîteya Demokrasiyê û Tora Kooperatîfa Aştiyê ve hate weşandin.

Di deklarasyonê de hate gotin Tirkiye ji bilî endamtiya Konseya Ewropa û NATO'yê, namzet e ku bikeve Yekîtiya Ewropayê û hate domandin, ''Lê van salên dawî rejîma Erdogan her ku diçe ji dewleta hiqûqê dûr dikeve. Li Tirkiyê meclîs, hikûmet û daraz bi temamî ketiye destê Erdogan, azadiya çapemeniyê, ramanê û xwepêşandanê hatine rakirin.''

'HIKÛMETA TIRK LI DIJÎ KURDAN QIRKIRIN DA DESTPÊKIRIN'

Di deklarasyonê de hate bibîrxistin ku  girtîgehên Tirkiyê bi siyasetmedar, nûçegihan, entelektuel û zanyaran hatiye tijekirin û hate domandin, ''2015'an piştî ku pêvajoya aştiyê ya bi PKK'ê re hate bidawîkirin li hundir û li derve li dijî Kurdan qirkirin hate destpêkirin. Weke ku dagirkirina  Efrînê ne baş be, tê xwestin ku herêmên din ên Kurd ên li Sûriyê jî werin dagirkirin. Kurdistana Iraqê her roj ji hêla balafirên şer ên Tirk ve têne bomekirin.''

Saziyên mafên mirovan ên Elman gotin ev polîtîkaya agresîf a rejîma Erdogan stabîlîzasyon û ewlehiya Erwopayê dixe talokeyê, ji bo ku ev polîtîkaya êrîşkar demildest bi dawî bibe ji Hikûmeta Elman a Federal xwestin ku tevbigerin. Di deklarasyonê de saziyên mafê mirovan ji rêveberiya Berlînê ev 5 xal xwestin:

-Divê mirov li dijî pratîka antî-demokratîk a rejîma Erdogan ku mafê mirovan binpê dike, derkeve.

-Li dijî şerê Tirkiyê yê li Iraqê û Sûriyê ya li ser Kurdan, ku ev tê maneya binpêkirina peymana navnetewî, divê mirov çavê xwe negire.

-Ji bo çareseriya pirsa Kurd li gel endamên in ên bi Yekîtiya Ewropayê divê insîyatîveke navnetewî were destpêkirin.

-Divê îxracata çekan a ji bo Tirkiyê û desteka krediya Hermes a li şîrketên Elman ên li Tirkiyê bidawî bibe.

-Divê were xwestin ku yekîneyên Tirk ji Efrînê derkevin, her wiha li dijî êrîşeke nû ya li ser herêma Kurd a li Sûriyê divê mirov xwedî helwest be.

'CPT BI LEZGÎNÎ DIVÊ BIÇE IMRALIYÊ'

Di deklarasyonê de hate gotin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku beriya bi 20 salan ji Kenyayê hatiye revandin û ji wê demê û vivr ve li Imraliyê tecrîd li ser tê danîn, hate bibîrxistin li Imraliyê li gel Ocalan 4 hikûmxwariyên din jî, ev 4 sal in bi ti awayî parêzer û malbatên xwe nedîtine. Di deklarastyonê de hate gotin Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li Imraliyê rabe ji 8'ê Mijdara 2018'an û vir ve ketiye greva birçîbûnê û ev bang li hikûmeta Merkel hate kirin:

''Piştî Guven gelek siyasetmedar û aktîvîst dest bi greva birçîbûnê kirin. Ev çalakî her ku diçe dikeve rewşeke krîtîk û rewşan tendiristiyê ya çalakgeran her ku diçe xirabtir dibe. Ji bo ku mirov di vê çalakiyê de jiyana xwe ji dest nedin  û tecrîd bi dawî bibe, girtî li gorî mafê mirovan miemele bibînin, em bang li Hikûmeta Federal dikin ku di cih de tevbigere û bandora xwe ya li ser Erdogan bi kar bîne.

Her wiha em bang li Hikûmeta Federal dikin ku Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT) tevbigerîne û şandeyekê bişîne Girtîgeha Imraliyê. Em bang li Yekîtiya Ewropayê jî dikin ku di vê mijarê de bi Tirkiyê re hev bibîne. Her wiha divê enadmên Komîsyona Karê Derve ya Meclîsa Federal serdana Leyla Guven bike, ku hê jî greva birçîbûnê didomîne.''