Saziyên li Ewropayê têkildarî darbeyê daxuyanî dan

Saziyên Kurd û Elewî yên li Ewropayê, darbeya AKP-MHP'ê ya li Meclîsê şermezar kirin û destnîşan kirin ku wê bi berxwedana rewa rabin.

Însiyatîfa Kurecikiyan a Ewropayê, Kongreya Avakirina Dersimê, Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê û Platforma Kurdên Anatoliya Navîn daxuyaniyeke hevpar weşandin û darbeya li meclîsê şermezar kirin.

'DARBEKARÊN HERÎ NAMERDIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi tunehesibandina îradeya gelan darbekariya herî mezin dike. Qeyûman datîne şûna şaredarên bi îradeya gel hatine hilbijartin, wekîltiya parlamenteriyê ya hilbijartiyan betal dike. Bi vî rengî darbeya herî namerdane dike. Gelên me wê li dijî vê darbeyê mafê xwe yê berxwedana rewa bi kar bîne."

'EM Ê TEVLÎ BERXWEDANÊ BIBIN'

Di dawiya peyamê de hate gotin, "Em dibêjin ku bi berxwedanê, bi gelên xwe re em ê mafên xwe yên demokratîk heta dawiyê bi kar bînin. Em desteserkirina îradeya gelan qebûl nakin ku doh bi rêya qeyûman kirin, îro jî bi zordariyê dikin. Em ê li ber vê dagirkeriyê serê xwe ntewînin."