Saziyên li Ewropa ji referandûmê re dibêjin 'NA'
Gelek saziyên ku li Ewropa xebat dimeşînin bi daxuyaniyekî nivîskî ragihandin ku wê ji referandûmê re bêjin 'NA'.
Gelek saziyên ku li Ewropa xebat dimeşînin bi daxuyaniyekî nivîskî ragihandin ku wê ji referandûmê re bêjin 'NA'.
Di destpêka daxuyaniya nivîskî de wiha tê gotin; "Em weke kedkarên penaber ên li Ewropa, ji bo vê Diestûra Bîngehîn a ku zoriyê û zextê li ser hemû civakê dide sepandin û ya berê derbas nake, ji vê Distûra Bingehîn ku li ser kedkar û karkerên ji gelên cuda ku êrîşên terorî didin kirin re dibêjin ‘NA’ û di referandûmê ji bo çi em ê bêjin ‘NA’ wiha rêz dikin.
Çima 'NA'?
* Ev destûra bingehîn ku dibêje 'Yek gel, Yek ziman, Yek al û Yek welat' hebûna gelê Kurd û gelên din yên kêmnetew inkar dike. ji bo ku bi zimanê dayikê perwerde ji kurdan re qedexe kiriye.
* Li Tirkiyê inkarkirna kêmnetewan.
*Di destpêkê de Alewî, Xiristiyan,Êzidî, Suryanî û hemû baweriyên din tûne dîtin û ji bo azadiya ayînê neparastine.
*Erdogan û desthilata AKP'ê ji bo ku dewleta îslam û şerîatê weke pergalekê ji bo xwe bi karbîne.
*Mafên jinan nexistiye di nava baweriyekê de.
*Ji bo mafê perwerdê yê ciwanan, perwedeya zanîstî û bêperetiyê xistina gerentiyê,
*Ji bo siberojekî zarakan a bi ewle.
*Ji bo gernatîkirina azadiya çapemenî û mafê nûçe girtinê.
*Ji bo ku tenduristî xistine pere.
*Ji bo cudakirina LGBT’iyan û nenaskirina mafê wan ên jiyanê.
*Ji bo darazê di destê kesekê de kom dike û ti baweriyê nade.
*Ji bo sazîkirina êşkenceyan.
Saziyan diyar kirin ku ji bo ku ev Distûra Bingehîn mafê karkeran, grev, peyamên civakî û mafê xebatên naxe gerantiyê dibêjin “NA.”
Saziyên ku îmze li binê daxuyaniyê dane diyar kirin ku li dijî zext û hemû astengiyên AKP’ê weke hêzên demokrasiyê wê mal bi mal, kargeh bi kargeh bigerin, wê kampanyaya “NA” bi rêxistin bikin.”
SAZIYÊN KU DAXUYANÎ ÎMZE KIRINE
FEDERASYONA KERKERÊN TIRKIYEYÎ YÊN EWROPA (ATÎK), FEDERASYONA KARKERÊN TIRKIYEYÎ YÊN ELMANYA (ATÎF), FEDERASYONA KERKERÊN TIRKIYEYÎ YÊN HOLLANDA (HTÎF), KOMÎTEYA LONDRA (ATÎK), KOMÎTEYA BELÇÎKA (ATÎK) CIWANÊN DEMOKRATÎK ÊN NÛ (ATÎF-YDG)