Saziyên sivîl yên Kurd ên Rûsyayê bertek nîşanî qetilkirina Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez dan.
Ji aliyê saziyên sivîl yên Kurd ên Rûsyayê ve daxuyaniyek nivîskî hat dayîn û di daxuyaniyê hat diyar kirin ku, balkêşe ku ev komkujî di demeke ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin dest pê kiribû pêk hatiye. Di daxuyaniyê hat diyar kirin ku, qetilkirina 3 siyasetmedaran di gelek alî de nakoke û peyamên wê yên siyasî hene.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Rojhilata Navîn kampbûna li ser Sûriyeyê ji ser aktorên herêmî û global kûrtir dibe. Heta her diçe alîgir di şer de dibin xwedî pozîsyon. Li parçeyên Kurdistanê di vê pêvajoya ku ev kûrbûn heye, hin kesên/ kî heye ku ji hevdîtinên bi Îmraliyê re nerehetin di vê kuştinê de gûmanbarên bi potansiyelin.
Bi qasî Gladoyoya tirk dibe ku tiliya dewletên herêmê yên ji pêvajoyê nerehetin di vê komkujiyê de hebe û wiha hat gotin: “Komkujî li navenda Parîsê pêk hatiye. Ji ber vê hikûmeta Fransayê di warê ronîkirina bûyerê de berpirse.
Tu êrîş, komplo û wehşet nikare pêşî li têkoşîna azadiyê bigire. Bila bê zanîn ku, kesên dibêjin ‘ev hesabê nav rêxistinê ye’ bi qasî hêzên kujer berpirsin. Em wekê saziyên Kurd vê komkujiyê lanet dikin û em dê şopdarên vê bin.
RÊXISTINA JINAN VIYANÊ JÎ ŞERMEZAR KIR
Rêxistina jina a Viyan ya Rusyayê jî bûyer şermezar kir. Di daxuyaniya ku saziya Viyan da de wiha hat gotin: “Di 9’ê Çile de li Parîsê pêşenga kadroya PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ev zihiniyeta faşîst ku bi hemû rêbazî hewl dide pêşî li têkoşîna azadiya gelê Kurd bigire, li Ewropayê 3 hevalên me qetilkirine.
Her wiha ev komkujî ji bo sabotekirina pêvajoyê pêk hatiye. Ev ji bo derbkirin û provekirina pêvajoyê pêk hatiye. Ew kesên ku ji hemû kurdan re mirinê rewa dibînin, divê bizanin ku bedela azadiya gelê me çi dibe bila bibe, em dê bidin. Em li hemberî bîranîna 3 hevalên xwe yen jiyana xwe dane rastiya vî gelî serî ditewînin.”