Saziyên Kurd ên li Moskowayê girtina wekîlên HDP'ê şermezar kirin
Saziyên Kurd ên li paytexta Rûsya Moskowayê ne, bi daxuyaniyeke hevpar binçavkirin û girtina wekîlên HDP'ê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî bi taybetî Rûsyayê kirin, ku li ber faşîzma AKP-Erdogan rabin.
ANF
MOSKOWA
în, 4 sermawezê 2016, 15:59
Daxuyanî li ber avahiya Navenda Çanda Kurd hat dayîn û hat ragihandin, bi têkoşîna bi ruhê yekîtiya Kurdan wê êrîşên darbeya AKP'ê werin pûçkirin.
'EM BANG LI PÛTÎN DIKIN'
Li ser navê saziyan Serokê Organîzasyona Parastina Mafên Kurdan li Moskowayê (Mezopotamya) Refîk Kamîl axivî û got, "Li Bakurê Kurdistanê ev demeke li dijî sazî û siyasetmedarên Kurd pêkanînên faşîst ên AKP'ê dewam dikin, ku ev li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Bi binçavkirin û girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê re siyaseta darbeyê gihîştiye asteke cuda. Lazim e gelê Kurd li dijî van polîtîkayên înnkar û tinekirinê, bi rengekî topyekûn rabin ser piyan û li dijî pêkanînên faşîst têkoşînê mezin bikin. Weke Kurdên li Rûsyayê dijîn em bang li Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dikin ku li pêşberî van kiryaran bêdeng nemîne."
'ROJ ROJA YEKÎTIYÊ YE'
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Gulan Roj jî bang li gelê Kurd kir ku bi ruhê Pakîze, Sêvê, Fatma û Mehmet Tûnç li ber van pêkanînên faşîst û koledariyê rabe. Roj got, "Roj roja yekîtiyê ye. Em li dora hilbijartiyên HDP'ê li hev bicivin."