Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê şehîdên Parîsê bi bîr anîn

"Weke sazî û rêxistinên Kurdên li Ermenîstanê em dibêjin, bila dewleta Fransayê vê komkujiyê di demeke kin de ronî bike û rûyê xwe yê qirêj paqij bike."

Saziyên Kurdan ên li Ermenîstanê, bi wesîleya salvegera 5. a Komkujiya Parîsê ku şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lê şehîd bûn, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku sê jinên şoreşger li navenda Parîsê ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk (MÎT) ve hatine kuştin û hat gotin, "Dewleta Tirkiyeyê ev her sê jinên têkoşer bi zanebûn û bi plan kirine hedefa xwe û kuştine. Kuştina van sê jin ji aliyê kesayetî ve, hem ji aliyê demî ve hem jî ji aliyê mekanî ve ne tesadûf bû."

Di daxuyaniya saziyan de işaret bi rola pêşengiyê ya jinan a di nava têkoşîn azadiyê ya Kurdistanê de hate kirin û hat destnîşankirin ku Sakîne Cansiz jî di nava vê têkoşînê de sembol e. 

Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê bi bîr xist, tevî ku 5 sal di ser komkujiyê re derbas bûne dewleta Fransayê hê perdeya li ser kiryarê ranekiriye û bal kişand ser îtirafên rêveberên MÎT'ê yên di destê PKK'ê de ne, ku eşkere kirin, komkujî bi fermana hikumeta Erdogan ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Fransayê spesifik di vê pirsê de di nav xeletiyeke mezin de ye. Îstixbarata Fransayê, hikumeta Fransayê, dadgeha Fransayê gelek eşkere dizanin ku MÎT'ê ev kiryar kiriye û dewleta Tirkiyeyê sûcdar e. Ev kiryare ji aliyekî ve tecawuza li ser dewleta Fransayê ye lê mixabin dewleta Fransa ji ber berjewendiyên ekonomîk ên digel dewleta Tirkiyeyê, xwe nade ber ronîkirina vê kiryara terorane ya dewleta Tirkîyeyê ya li ser axa xwe. Ji aliyê Kurdan ve kiryarên vê komkujiyê eşkere ye. Kurd baş dizanin destê kê di nava vê komkujiyê de heye."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Weke sazî û rêxistinên Kurdên li Ermenîstanê em dibêjin, bila dewleta Fransayê vê komkujiyê di demeke kin de ronî bike û rûyê xwe yê qirêj paqij bike.

Di salvegera pêncemîn a vê komkujiya sê siyasetmedarên jin ên Kurd de bi girîngî daxwazê ji dewleta Fransa dike ku dosyaya kuştina Sakîne, Fîdan û Leylayê li gorî normên huqûq û demokrasiyê bidine vekirin û rê bidin ku dadgeha Parîsê biryareke adil bide û dewleta Tirkiyeyê bê ceza kirin. Failên vê kiryarê ku rêveberên dewleta Tirk in û wan bi tundî şermezar û mehkûm dikin. Heta heq û hiqûq, dad û edalet cihê xwe bibîne, em ê vê dozê bişopînin. Di dawiyê de em van hersê têkoşerên doza Kurdistanê bi hesreteke mezin bi bîr tîne.  Ew ê herdaîm di dilê me de bin û neyên ji bîr kirin."