Saziyên Kurd ên Ewropayê bang kirin: Dengdan deynê rûmetê ye

KCDK-E, TJK-E, Yekîtiya Baweriyên Mezopotamyayê, Tevgera Ciwanên Ewropa bang li hilbijêrên Elmanya, Fransa û Avûstûryayê kirin û gotin, ‘’Ji bo têkbirina faşîzmê pêdivî bi yek dengî jî heye. Teqez divê em biçin ser senoqan.’’

KCDK-E, TJK-E, Yekîtiya Baweriyên Mezopotamyayê, Tevgera Ciwaên Ewropayê bi sernavê ‘’Dengdan deynê namus û rûmetê ye’’ bang li hilbijêran kirin ku dengê xwe bidin.

Di daxuyaniyê de hate gotin hilbijartina 24’ê Hezîranê di navbeyna dîktatorî û demokrasîxwazan de ye. Bi domdarî wiha hate gotin: ‘’Li hêlekê AKP-Erdogan-MHP-Bahçelî heye ku temsîla faşîzmê dikin, li hêla dî HDP heye ku demokrasiyê û wekheviya gelan dixwaze.’’

‘AN FAŞÎZM AN AŞTÎ Û BIRATÎ’

Di daxuyaniyê de hate gotin ‘’an faşîzm wê bi ser bikeve û Tirkiyê bixin nav şerekî giran de an jî demokrasî wê bi ser bikeve û aştî û biratiyê ji nû ve ava bike.’’

Bi domdarî hate gotin heke Erdogan-Bahçelî bi ser bikevin bi çeteyên DAÎŞ, Nûsra, Qaîde re wê Tirkiyê bikin gola xwînê, qira Kurdan bînin, bi êrîşa ser Qendîlê re, wê rê li şerekî domdirêj vebe, ev ê bibe sedema mirina bi hezaran leşker, qirkirina gelê wir, dagirkirina Başûr û hate gotin, ‘’Em destûrê nedin ku qira Kurdan bînin. Em ji dîktatoriya Erdogan, ji faşîzma Bahçelî, ji qirkirina AKP-MHP’ê re bibêjin, ’Raweste’. Em li  Qendîlê xwedî derkevin. Em li bara hovîtiya li ser gelê me ya li Bradostê, ku yek ji makanê berxwedaniya mezin a dîroka me ye bêdeng nemînin.’’

‘EM BI DENGEKÎ DIKARIN QIRKIRINA LI SER KURDAN RAWESTÎNIN’

Bi berdewamî di daxuyaniyê de saziyên Kurd ên li Ewropayê gotin, ji bo ku AKP dîsa neyê ser deshilatê divê her kes dengê xwe bide û dom kir, ‘’Em bi dengên xwe dikarin Erdoganê zalim hilweşînin. Em tenê bi dengekî dikarin politikaya qirkirinê ya li ser gelê me rawestînin. Em bi vê zanibin û li gorî vê teqez em biçin ser sendoqê û dengê xwe bidin.’’

‘DIVÊ MECLÎS, XEBATKAR Û ENDAMÊN ME HER KESÎ BIBIN SER SENDOQÊ’

Di daxuyaniyê de hate gotin pêvajoya dengdanê ya li Elmanya- Avûstûryayê ne baş in û bang hatekirin ku xebatkarên  saziyên, endam û hevserokên meclîsên saziyan çi dibe bila bibe divê hilbijêran bibin ser sendoqê û hate gotin heke xebatên hilbijartinê serkeftî werin kirin li Ewropayê HDP dikare bibe partiya yekemin.