Saziyên Kurd ên Ermenîstanê komkujiyê şermezar kirin

Saziyên Kurd ên Ermenîstanê komkujiyê şermezar kirin

Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê bi daxuyaniyeke hevpar komkuiya ku 9’ê çileyê li Parîsa paytexta Franseyê pêk hat û di encamê de 3 jinên Kurd ên siyasetmedar jiyana xwe ji dest dan bi tundî şermezar kirin.

Şêwra Gelê Kurd a Ermenîstanê, Komîteya Kurdistanê, Yekîtiya Nivîskaran, Yekîtiya Rewşenbîran û Radyo Êrîvanê derbarê komkujiya li Parîsê pêk hat û di encamê de siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bi navê saziyên Kurdên Ermenîstanê komkujiya hovane û bê ehlaqî ya kul li paytexta Fransa Parîsê pêk hat û di wê bûyerê de sê siyametmedarên jin ên Kurd û yek ji damezrênera PKK ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û jina Ciwan Leyla Şaylemez tê de jiyana xwe ji dest dan nelet dikin û bi tundî şermezar dikin.”

Saziyên Kurd got: “Ji aliyê dewleta Fransa ve ronîkirina vê bûyera kirêt û ne exlaqî hem ji bo pêvajoyê hem jî di aliyê raya giştî de dê bibe sedemê rohaniyekê mezin. Berovajiyê vê eger Dewleta Fransa vê bûyerê veşêre dê li ser dewleta Franse wekî lekeyekê her tim bimîne. Ji ber vê çendê em hêvîdar in dê dewleta Franse vê bûyerê ronî bike. Dubare vê bûyerê nelet û şermezar dikin.”