Saziyên Elewî: Em ne gotin, pêngavên berçav dixwazin
Saziyên Elewî: Em ne gotin, pêngavên berçav dixwazin
Saziyên Elewî: Em ne gotin, pêngavên berçav dixwazin
Sê saziyên elewiyan ên navendên wan li Ewropayê beriya serdana Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu yê ku wê 23’yê Dêrsimê biçe serdana Dêrsimê, têkildarê serdanê daxuyaniyek hevpar dan. Rêxistinên Elewiyan dan zanîn ku ew vê serdanê girîng dibînin, lê ne gotinan, ew pêngavên berçav dixwazin.
Cemiyeta ji Nû ve Avakirina Dêrsimê, Federasyona Elewiyên Demokratîk û Komeleya li Dijî Qirkirina Dêrsimê têkildarê serdana Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu ku wê 23’yê mijdarê biçe serdana Dêrsimê daxuyaniyeke hevpar da û got: “Birêz Davutoglu piştî hin serdanan, em li bendê ne ku têkildarê qirkirina Dêrsimê û pêşîlêvekirina Elewiyan daxuyaniyekê bide.”
Saziyên Elewî gotin: “Em saziyên Dêrsim û Elewî girîngiyê didinn serdana birêz Serokezîr a ji bo Dêrsimê , lê em êdî tenê gotinan naxwazin, em dixwazin ku pêngavên berbiçav bêne avêtin û eme bang li hukûmetê dikin ku bi qirkirina Dêrsimê re rû bi rû bibin.
Saziyên Elewî di daxuyaniya xwe de ev pêşniyar kirin:
-Divê tiştên ku salên 1937-1947 li Dêrsimê qewimîne, weke qirkirin qebûl bikin, divê parlemento lêborînê bixwaze.
-Divê kesên berpirsên qirkirina Dêrsimê her çendî ne sax bin jî bêne darizandin û her kes cezayê ku heq kirine bigirin.
-Divê cenazeyên Seyid Riza û hevalên wê û rêberên Dêrsimê yên di komkujiyê de hatin qetilkirin, bidin malbatên wan û ji bo Dêrsim 1938 şehîdgeh bêne avakirin.
-Ji bo careke din qirkirin pêk neyên divê tedbîrên qanûnî û destûrî bêne girtin.
-Divê navê Tuncelî bê guhertin û navê Dêrsimê careke din lê bê vegerandin û her wiha divê xweseriya wê bê qebûlkirin.
-Divê hemû arşîvên qirkirinê bên aşkerekirin, zarokên winda yên Dêrsimê bên dîtin û aqubeta wan bê aşkerekirin.
-Divê ji bo kesên di qirkirina Dêrsimê de û piştî wê hatine qetilkirin, goristan bên avakirin û bîrdarî bên danîn. Divê qirkirina Dêrsimê di pirtûkên dersê de bê bicihkirin.
-Ji bo aşitiyeke mayinde û wekheviyê divê di serî de Qirkirina Dêrsimê, dewlet bi hemû komkujiyên li dijî Elewî, Kurdan, Cihû, Ermeniyan û Rûman re rû bi rû bibe û pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bikin.
-Divê hemû mafên xwezayî yên Elewiyan bên dayin û bi qanûn û destûran bê biewlekirin.
-Divê dawî li asîmlasyonê bê anîn, divê li herêmên Elewiyan êdî mizgeft neyên avakirin, divê Serokatiya Karên Olî bê betalkirin û ji bo cemxaneyan qanûn bê derxistin. "