Nûçeya Lezgîn: KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

Saziyên Edeneyê têkildarî darvekirinan Îran hişyar kir

Saziyên Edeneyê têkildarî darvekirinan Îran hişyar kir

Saziyên sivîl ên civakî yên Edeneyê ji bo di derbarê siyasetmedarên Kurd ên ji aliyê rejima Îranê ve rastî cezayê darvekirinê hatin, li ber Postexaneya Edeneyê daxuyanî dan û ji Sefaretxaneya Îranê re faks şandin. Saziyên sivîl, Îran hişyar kir û xwest dest ji helwesta xweya darvekirinan berdin.

Li Edeneyê endam û rêveberên Meclisa HDK'ê ya Edeneyê, TUHADER û ÎHD'ê, ji bo balê bikşinin ser biryara darvekirina 29 siyasetmedarên Kurd li ber Postexaneya Navendî ya Edeneye daxuyanî da û pişt re ji Sefaretxaneya Îranê re faks şandin. Di daxuyaniyê de nûnerên HDK, ÎHD, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, TUHADER, BDP û gelek kesên din kom bûn. Di daxuyaniya li dijî rejima Komara Îranê pêk hat mexdûrê rejima Îranê Aram Îbrahîm Xas ku li Edeneye dijî jî amade bû. Komê di daxuyaniyê de pankarta "Darvekirin sûcê mirovahiyê ye", "Bila darvekirinên li Îranê rawestin, mafê mirovan bê parastin" vekir û sloganên "Îdam sûce", Bijî biratiya gelan, û "Îran ji darvekirinê re bêje bese" qîr kirin.

Li ser navê komê Rêveberê ÎHD'ê ya Edeneye Osman Kara diyar kir ku, rejima Îranê mamoste, parazvanên mafên mirovan û siyasetmedarên Kurd ceza dike û ev yek nayê qebûlkirin. Kara anî ziman ku, niha rejima Îranê Lokman û Zanyar Mûradî di bin cezayê îşkenceyê de tên darizandin û xwest her kes li dijî darvekirina wan bertekên xwe bînin ziman û destûr nedin ku bên darvekirin. Kara bang li Îranê kir û xwest bi lezgîn Îran biryara darvekirinê betal bike.

Kara da zanîn ku, Lokman yê 25 salî û Zanyar Mûradî yê 28 salî ku birayê hevin di 17'ê Cotmeha 2009'an de hatibûn girtin û rejima Îranê dê çend roj şûnde wan darve bike. Kara destnîşan kir ku, niha Lokman û Zanyar li Girtigeha Gewher Deştê li benda darvekirinê ne u xwest êdî her kes li hemberî vê yekê dakevin kolanan û bertekên xwe bînin ziman. Kara bilêv kir ku, 29 siyasetmedarên Kurd niha li benda darvekirinê ne û xwest Îran vê darvekirinê rawestine.

Penaberê Îranî Rojnameger Aram Îbrahîm Xas, jî axaftinek Kurd kir û xwest Îran dawî li vê rejimê bîne. Xas, bang li her kesî kir û xwest bertekên xwe bînin ziman.

Komê piştî daxuyaniyê ji sefaretxaneya Îranê re faks şandin.