Saziyên Êzidiyan Yekîtiya Ciwanên Êzidî (HCÊ), Bundnîs der Ezidîschen Jûgend e.V., Hêvî e.V. û Mala Êzîdiyan a Celle bi daxuyaniyeke kurt ji bo tevlîbûna çalakiya bîranînê ya ji bo endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mam Zekî Şengalî ya ku wê 1’ê Îlonê heta 2’yê Îlonê li An der Stechbahn bê lidarxistin, bang li her kesê kir.
Saziyên Êzidiyan di daxuyaniya xwe destnîşan kirin ku ew Mam Zekî Şengalî ji bîr nakin û gotin: “Hevalên hêja, ciwanên xwînger; em soz daye mîmarê Êzidxanê, dilê Êzidiyan û mamostayê xwe Mam Zekî Şengalî, doza te doza me ye!
Em ê bi vê bîr û baweriyê çalakiyên xwe bidomînin û bêdeng nemînin. Ji bo vê di serî de bang li civaka Êzidî û her kesê dikin ku tevlî çalakiya kon bibin.”
Navnîşana çalakiyê wiha ye:
An der Stechbahn
29221 Celle
Dem: 1-2/9/2018
Saet: 16:00
Roja duyemîn: 13:00