Saziyan serketina berxwedêran pîroz kirin

Piştî ku grevên birçîbûnê û rojiya mirinê li ser banga Ocalan bi dawî bûn, Însiyatîfa Piştgiriya bi Girtiyan re, KON-MED, AvEG-Kon, SKB, YS daxuyanî dan û diyar kirin, berxwedan bi ser ketiye.

Însiyatîfa Piştgiriya bi Girtiyan re, Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Elmanyayê (KON-MED), Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Young Struggle (YS) daxuyaniyên nivîskî weşandin û serketina berxwedêran pîroz kirin.

KON-MED'ê şoreşgerên canbexşane Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Medya Çinar, Zehra Saglam, Yonca Akici, Mahsûn Pamay, Sîraç Yuksek, Umît Acar û Ûgûr Şakar bi bîr anî û diyar kir, serketin a wan e.

Di daxuyaniyê de, Kurdistanî û dostên wan ên li welat û derveyî welat di nava heft mehên berxwedanê de li qadan bûn û bûn dengê berxwedêran hate silavkirin û serketina pêngavê li wan hate pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û Kurdistanê divê ji niha û pê ve têkoşîn bê xurtkirin.

AvEG-Kon, SKB, YS'ê jî ragihandin ku berxwedana 200 rojî ya li dijî rejîma dîkta ya AKP/MHP'ê hate meşandin bû diyariyek ji dîroka bi heybet a gelan re.

Saziyan diyar kirin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bûye, qedexeya li ser hevdîtinê bi dawî bûye, lê belê garantiya yekane ya vê yekê têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Berxwedaneke dîrokî bi dawî bû. Lê belê têkoşîna li dijî zilmê û şerê faşîst ê mêtingeran wê bi biryardarî bidome."

Însiyatîfa Piştgiriya bi Girtiyan re jî di serî de Leyla Guven berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê hemû silav kir û serketin li wan pîroz kir.