Sazî û dezgehên Rojava êrîş şermezar kirin

Sazî û dezgehên Rojava êrîş şermezar kirin

Sazî û rêxistinên siyasî, civakî, nûnerên Xrîstiyanan ên li Rojavayê Kurdistanê êrîşên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra şermezar kirin û piştgiriya bi YPG’ê re nîşan dan.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/ Eniya El-Nusra, Dêra Yekîtiya Xrîstiyanan a Încîlê ya Dêrik daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êrîş hatin şermezarkirin û ev tişt hate gotin: “Em van êrîşên ku bi rengên cuda cuda xwe dubare dikin li dijî herêmên bi ewle ji aliyê hêzên kafir ku di baweriya wan de bi tundî û kuştinê xizmeta Xwedê dikin, şermezar dikin. Van kesan hezkirina Xwedê ji bîr kirine û em ji wan re dibêjin kesên ji Xwedê hez bike, pêwîst e hezkirin û alîkariya mirovan bike.”

Di berdewama daxuyaniyê de spasiya hêzên YPG’ê hate kirin û ev tişt hate gotin: “Em spasiya hêzên YPG’ê ku hemû pêkhateyên herêmê diparêzin dikin, şehîdên YPG’ê şehîdên me ne.”

Meclîsa Taxa Kornîş a Qamişlo û hin rewşenbîrên ji taxê jî li ber navenda Desteya Bilind a Kurd hatin cem hev û daxuyaniyek xwendin. Di daxuyaniyê de êrîş hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku gelê herêmê tu hêzan ji bilî YPG’ê li herêmê qebûl nake.

Endamên Saziya Çand û Hunera Demokratîk jî li ber navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hatin cem hev û daxuyaniyek xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşên çeteyên El-Nusra hatin şermezarkirin û piştgiriya bi hêzên YPG’ê re hate nîşandan.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku endamên Saziya Mihemed Şêxo ji bo piştgiriya YPG’ê ya maddî û manewî amede ne û bang li hunermend û rewşenbîran hate kirin da ku piştgiriya YPG’ê bikin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê êrîşên El-Nusra yên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev demeke herêmên Rojava bi alîkariya hin welatên cîran rastî êrîşên terorîstane yên Eniya El-Nusra tê.

Tevgera Şoreşgerên Kurd li Sûriyeyê jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên li dijî Rojava bi awayekî plankirî li dijî gelê Kurd ku ji bo azadî û rumeta xwe têdikoşe, pêk tên.