Saryildiz: Kurd serî natewînin û bi ser dikevin

Parlamenterê HDP'yî Sariyildiz li Essenê ji Kurdistaniyan re axivî.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Elmanya Essenê bi Kurdistaniyan re rûnişt.

Sariyildiz di axaftina xwe ya li vê civîna gel de got, "Gelekî li hemberî ewqas zilm û zextê li ber xwe daye û li ber xwe dide, serî netewandiye, wê bi ser bikeve."

Sariyildiz destnîşan kir, li pêşberî ruhê berxwedanê yê Kurdan ê li Kobanê û Bakurê Kurdistanê dijminên mirovahiyê AKP û DAIŞ'ê winda kirine.

Beşdarên civînê jî dan xuyakirin, ku ew ê piştgiriya gelê li Kurdistanê bike.

Di çalakiyê de berxwedan aht silavkirin û divê desteka ji bo gel were xurtkirin.

...