Sariyildiz taliya Mûsollînî anî bîra Erdogan!
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku Erdogan hewl dide sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê kiriye binixumîne û taliya faşîzma Mûsollînî anî bîra wî.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku Erdogan hewl dide sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê kiriye binixumîne û taliya faşîzma Mûsollînî anî bîra wî.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, girtina hevserok û parlamenterên partiya xwe ji ANF'ê re nirxand.
Sariyildiz got, "Rewşa ku rê li ber operasyona dawî vekir, ev saleke hebû" sûcên li dijî mirovahiyê û yên şer ên li bajarên Kurdistanê bi taybetî yên li Cizîrê bibîr xist.
Sariyildiz got, "Di nava salekê de her tişt hat kirin. Bajarên Kurdistanê hatin şewitandin, hatin xerakirin. Mirov bi rengekî komî hatin şewitandin, şaredarî hatin desteserkirin. Hilbijartinên hatin kirin, encamên wan hatin înkarkirin."
Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz da xuyakirin, ku wî bi çavên xwe sûcên li Kurdistanê hatine kirin dîtiye û got, "Saddam, Mîlosevîç, Hîtler û Mûsollînî jî li welatên xwe heman sûc kirin."
Sariyildiz anî ziman, ji bo darizandina kiryarên sûcên li Kurdistanê ew xebateke girîng dimeşînin û got, "Ji ber vê yekê em krîmînalîze kirin."
Sariyildiz qala hovîtiya li jêrzemînên Cizîrê kir û wiha dwam kir: "Ne tenê sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê nixumandin, di heman demê de hewl dan civaka Tirkiyeyê bikin dijminê me."
'EM MATMAYÎ NEMAN!'
Sariyildiz destnîşan kir, ku operasyonên li dijî HDP'ê di nava şert û mercên bi vî rengî de hatin kirin, lewma ew matmayî nemane. Parlamenter Sariyildiz da zanîn, ji bo sûcên hatine kirin ji cîhanê re vebêje, ew pênc şeş meh beriya niha hatiye Ewropayê û wiha dewam kir: "Em dibînin ku ew ji xebatên me yên li vir ditirsin. Li Parlamenta Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî di çalakiyan de em dibînin ku karmendên qesrê jî hene. Heta wan cihan jî didin dû me. Em li benda vê bûyera dawî (girtina wekîlên HDP'yî) bûn."
Sariyildiz ragihand, girtina parlamenterên HDP'ê nîşan dide ku Erdogan çiqasî tengav bûye û anî ziman, mîna ku hemû dîktatorên beriya niha kir, Erdogan jî weke çareya dawî zextê zêde dike.
'KOALÎSYONA ERDOGAN BI PARTIYEKE NÎJADPEREST RE'
Faysal Sariyildiz diyar kir, li Tirkiyeyê tiştekî bi navê mûxalefetê nema ye û wiha dewam kir: "Wê (Erdogan) CHP kir cîgira xwe. Bi MHP'ê re koalîsyon kiriye. MHP partiyeke nîjadperest, faşîst e. Partiyên nîjadperest weke bûyereke civakî ya patolojîk tên nirxandin. Nexweşiyan belav dikin. Ev têkiliya bi MHP'ê re daniye, nîşan dide ku Erdogan wê bi kîjan mekanîzmayan êrîşî me bike."
Parlamenter Sariyildiz da xuyakirin, ku bi êrîşa li dijî HDP'ê re hesabê hilbijartinê tê kirin û destnîşan kir, ku ev êrîş di heman demê de parçeyek ji konsepteke berfireh e. Sariyildiz got, "Dixwazin me weke astengiya li pêşiya dîktatoriyê, ji holê rakin."
Li gorî Sariyildiz, yekane rêya çareseriyê ji bo Erdogan, şîdet e û mîna hemû dîktatoran Erdogan jî berê xwe daye vê rêbaza şîdetê. Sariyildiz destnîşan kir, ku Erdogan ji bo xwe ji darizandinê rizgar bike, dixwaze HDP'ê û hemû mûxalefeta demokratîk ji holê rake.
'EGER NERAZÎBÛNEKE CIDÎ NEYÊ NÎŞANDAN, WÊ YEK BI YEK BIKEVE NAVA MALAN'
Sariyildiz diyar kir, bi girtinên dawî re hewl didin civakê bê pêşeng bihêle û wiha dewam kir: "Dema civak bê pêşeng dimîne, wextekê hildikume. Dema ku dîtin HDP di vê demê de dixwaze civakê ji nû ve bîne ser hiş û bi rêxistin bike, dest bi hewldanên tesfiyekirinê kirin."
Parlamenter Sariyildiz bal kişand ser zextên li beşên civakê yên têkiliya xwe bi HDP'ê re hene û got, "Eger nerazîbûneke cidî neyê nîşandan wê yek bi yek bikevin nava malan. Em texmîn dikin, yên ku deriyê malên parlamenteran şikandin û ketin hundir, çi bîne serê gel."
ŞIBAND MÛSOLLÎNÎ
Sariyildiz bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan ên li ser Mûsil, Kerkûk, Lozan, Heleb û daxwazên wî yên Osmanî û faşîzma Mûsollînî bibîr anî.
Sariyildiz ev nirandin kir: "Mûsollînî jî piştî hilweşîn û krîza li dû Yekemîn Şerê Cîhanê derket holê û bi polîtîkayên xwe yên belavkar soz da gelê Îtalyayê ku Împaratoriya Romayê zindî bike. Vê yekê ewilî bal kişand û bi mîlyonan mirov li dora wî li hev civiyan. Ev yek ji bo Erdogan jî derbas dibe. Lê ne rastiyeke ku dikare bê meşandin. Mûsollînî bi mîlyonan mirov li dora xwe civand, lê nekarî pêşî li têkçûn û kaosê bigire. Mûsollînî çû heta Etiyopya, lê belê partîzan hebûn ku li dijî polîtîkayên wî yên qetlîamker, li nava welêt li ber xwe didan. Mirina wî jî bi destê partîzanên komunîst bû. Bi serberjêrî hat daliqandin."
'EGER ERDOGAN BI VÎ RENGÎ DEWAM BIKE, WÊ ÊRÎŞÎ BÎLAL JÎ BIKE!'
Sariyildiz got, "Dîrok ti carî mîna xwe dubare nabe. Em nikarin bêjin ji sedî sed Hîtler an jî Mûsollînî ye" û ragihand, Erdogan versiyona Rojhilata Navîn a Mûsollînî û Hîtler e. Sariyildiz got, "Xwedî taybetmendiyên karakterîstîk e. Her kesî weke dijminê xwe dibîne. Eger bi vî rengî dewam bike (Erdogan), wê herî dawî êrîşî Bîlal bike. Karaktera faşîzmê ev e. Ti carî qîma xwe pê nînin û dixwazin her tim kaos hebe."
Parlamenter Faysal Sariyildiz bal kişand ser nêzîkatiya Yekîtiya Ewropa û hikûmetên rojavayî li pêşberî vê rewşê û ji wan xwest, danekirinan li ser dewleta Tirkiyeyê ferz bikin.