Sariyildiz: Divê tecrîda li ser Ocalan bê şikandin

Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz, ku AKP'ê parlamenteriya wî betal kir, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, "Divê em tecrîdê bi hev re bişikînin."

Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz, li bajarê Bellînzona yê Swîsreyê axivî û bal kişand ser bûyerên di nava du salên dawî de li Tirkiyeyê qewimîn. Sariyildiz got, "Em di pêvajoyeke germ û hesas de ne. Bûyerên ku di nava du salên dawî de qewimîn, di nava sedsala dawî de neqewimîn. Zarokên me bi saxî di jêrzemînan de hatin şewitandin. Di raperîna Dersîmê ya 1938'an de gundên me hatin bombekirin, zarokên me li şikeftan bi jehrê hatin kuştin. Cîhan wê çaxê ji aliyê teknolojiyê ve ewqasî bi pêş neketibû. Erdogan li pêş çavên tevahiya cîhanê li jêrzemînên Cizîr, Sûrê mirovên sivîl şewitand. Cîhanê tev ev yek dît. Cîhanê ev hovîtî dît."

Sariyildiz bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman, ev tecrîd bi rengekî rêk û pêk tê kirin.

Sariyildiz da zanîn, ku nêrînên Ocalan ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve tên qebûlkirin û ev yek hikumetê aciz dike, lewma hewl dide pêşî li nêrînên wî bigire.

Sariyildiz got, "Divê em tecrîda li ser Birê Abdullah Ocalan û wî ji bîr nekin. Ji me dixwazin ku em bêyî wî bijîn. Dixwazin gelê Kurd hînî jiyaneke bêyî wî bikin. Îro bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Em ê hînî jiyaneke bêyî wî nebin. Em vê qebûl nakin. Divê em bi hev re vê tecrîdê bişikînin."

Parlamenterê Şirnexê Sariyildiz bi bîr xist, ku hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku 6 mîlyon deng standiye, hatiye girtin û got, "HDP'ê bi gelên Tirkiyeyê re eniyeke hevpar ava kir û bend ji holê rakir. Hikumet ji vê yekê aciz e. Ji bicihhatina vê projeyê aciz e. Rêveberên vê projeyê, Hevserokên me li zindanê dîl digire. Em hemû baş zanin ku afirînerê vê projeyê Birêz Abdullah Ocalan e. Ev projeya wî gav bi gav li Rojava bi cih tê anîn. AKP li hemberî her kesên ne ji xwe şer îlan kiriye. Kurd wê ti carî li pêşberî vê bêdeng nemîne."

Sariyildiz wê sibe jî saet di 14:00 de li bajarê Lûzern ê Swîsreyê tevlî civîna gel bibe.