Sarica: Kiyarên xwe yên ku nekarîn bi komployê re bikin, niha dikin

Parêzerê Ocalan Rezan Sarica wiha got: “Kiyarên xwe yên ku nekarîn bi komloyê re pêkbînin, dixwaze cîhana derve îzole bike û pêk bîne.”

Rêxistina HDP’ê a li navçeya Gungoren, ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Salona Dawetê ya Pinar panelek hate lidarxisin. Di panelê de parêzerê Ocalan Rezan Carica axivî û wiha got: “Kiyarên xwe yên ku nekarîn bi komloyê re pêkbînin, dixwaze cîhana derve îzole bike û pêk bîne.”

Di salonê de pankartên "Bê Serok jiyan nabe", "Ji derbe û tecrîdê re na" û "Bi jinên azad berbi rojên azad" ve hatin daliqandin. Di panelê de Wekîla HDP'ê Pervîn Buldan û parêzerê Ocalan Rêzan Sarica axaftin kirin.

Panela ku gelek kes beşdar bûn de, parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica axaftin kir û bal kişand ser tecrîdê. Sarica diyar kir ku bi îlana Rewşa Awarte re tecrîd derketiye asteke din û ev tişt got: "Hemû têkiliyên bi birêz Ocalan re hatine qutkirin û girtin. Ji bo em vê yekê hêj baştir fêm bikin, divê em rastiya Îmraliyê baş bizanibin. Bi vê tecrîdê dixwazin birêz Ocalan bê bandor bikin. Tişta bi komployê pêk neanîn dixwazin bi tecrîd û îzolasyonê pêk bînin."

'DIVÊ EM LI QADAN BIN'

Wekîla HDP'ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve tu agahî ji Ocalan nayê girtin û ev tişt got: "Tenduristiya wî çawa ye? Li wir çi tê jiyan kirin? Em tu agahiyan nagirin. Hevdîtinên me hene, lê tu daxuyaniyên Wezareta Edaletê me têr nake. Divê hemû gel di nava çalakiyan de be û deng derxe. Tenê bi serlêdanên me têrê nakin, divê çalakiyên li qadan bên meşandin û li her derî em li qadan bin."