Şandeya YNK'ê hate serdana Şaredariya Mezin
Şandeya YNK'ê hate serdana Şaredariya Mezin
Şandeya YNK'ê hate serdana Şaredariya Mezin
Berpirsa Komîteya Navendî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Nermîn Osman Hesen li gel şandeyekê hate serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli. Anli di pêşwazîkirina mêvanên xwe de got, “Bi saya Kobaniyê hezkirin û germahiya navbera Kurdan her roja diçe geş û gurtir dibe.”
Berpirsa Payedar a YNKê Nermîn Osman Hesen ligel Nazerîn Haris, Nazenîn Osman Hesen, Besma Hebîb, Siyamend Hesen û Xelat Xafûr serdana bakurê Kurdistanê kir û li Amedê hat serdana Hevşaredar Firat Anli. Şaredar Anli mêvanên xwe bi endamên meclîsê Erkan Erencî, Kerem Canpolat, Kasim Bîrtek û Alîkara Sekreterê Giştî Rojda Balkaş re pêşwazî kirin.
Nermîn Osman Hesen, daxuyand ku ew bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya Ser Jinan hatine bakurê Kurdistanê û ew ê ji vir biçin Pirsûs û ji wir jî biçin Kobanê. Hesen, bal kişand ser êrîşên DAÎŞê û diyar kir ku li gel ku wan zirareke mezin daye gelê kurd jî û got, “heman demê van êrişan kurd nêzî hev kirine. Bi van êrişan re li Kurdistanê guhartineke mezin çêbûye.”
Hevşaredar Firat Anli jî bi pêşwazîkirina mêvanên xwe dilxweşiya xwe derbirî û da zanîn ku her roja diçe têkiliyên navbera gelê Kurd ên her çar parçeyan geştir dibin. Anli wiha got, “Bi saya Kobanê her roja diçe hezkirin û germahiya navbera kurdan zêdetir dibe. Êdî ciwanên me yên ji sê parçeyan li Kobanê, Mexmûr, Celewla, Kerkûk û Şengalê mil bi milê hev li dijî êrişên DAÎŞê li ber xwe didin. Bi saya bedelan em ê bi ser bikevin. Yekîtiya me dê geştir û xurtir be.”