Şandeya Skoçya û Îngilîstanê li ser sînor e
Şandeya Skoçya û Îngilîstanê li ser sînor e
Şandeya Skoçya û Îngilîstanê li ser sînor e
Şandeyek ji aliyê Qraliyeta Yekbûyî ve hat wezîfedarkirin, ji bo tespîtkirina pêwîstiyên welatiyên ji ber şer neçar mane ji cih û warên xwe derkevin hat wezîfedarkirin, hat Pirsûsê. Şandeyê der barê rewşê de agahî stend û li wargehên ji konan û gundên li ser sînor ên nobedên bexwedanê lê tên girtin, geriya.
Hatina heyetan ji bo lêkolînkirina rewşa Kobanê û welatiyên ji Kobanê yên ji ber şer neçar mane cih û warên xwe biterikînin, dewam dike. Şandeya ji 5 kesan a ji nûnerên sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl, ku ji aliyê hikûmetên Îngilîz û Skoç (Qraliyeta Yekbûyî) ve hat wezîfedarkirin, ji bo rewşa welatiyên ji ber şer neçar mane koç bikin li cih bişopîne, hat Pirsûsê.
Şandeya ji sendîkavana ji Londonê Helen Steel, Zaher Aarîf û Ruht Walter û sendîkavanê ji Skoçyayê Stephen Semllie û Paule Toner, ji aliyê Hevseroka Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Kobanê Feyziye Abdî, Endama Desteya Bicihanînê ya KCD'ê Feleknas Ûca û Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mehmet Doymaz ve hat pêşwazîkirin.
Şandeyê bi serdana Rêxistina DBP'ê ya Pirsûsê dest bi danûstandinên xwe yên li Pirsûsê kir û der barê rewşa Pirsûs û Kobanê de agahî wergirt. Şandeyê diyar kir ku ew ji bo alîkariyê bidin welatiyên ji ber şer neçar mane cih û warên xwe biterikînin hatine û piştî wergirtina agahiyan li wargehên ji konan û gundên li ser sînor ên lê nobeda berxwedanê tên girtin, lêkolîn kir.