Şandeya DBK bi rayedarên YE re hevdîtin pêkanî

Şandeya DBK bi rayedarên YE re hevdîtin pêkanî

Şandeya Desteya Bilind ya Kurd ku weke vîna siyasî ya Rojava tê pejirandin, li Enqereyê bi Balyozên NY re hevdîtin pêkanî. Hate ragihandin ku, şandeyê xwestiye bi Wezarat Derve ya Tirk re jî hevdîtinê bike lê hêjan bersiv nehatiye dayîn.

Şandeya ku ji endamên Desteya Bilind ya Kurd û Meclisa Gelê Kurd ya li Sûriyeyê pêktê ji bo hinek hevdîtinên dîplomatîk hatine Enqereyê, dest bi hevdîtinên xwe kirin.

Hevdîtinên şandeyê bi Nûnertiya Yeketiya Ewropa ya li Tirkiyeyê, rayedarên Balyozxaneya Amerîka, Balyozxaneya Almanya, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî didomin. Hevdîtin dê sibe jî dom bikin.

Endama Desteya Bilind ya Kurd Îlham Ehmed ji DÎHA’yê re axivî û ragihandin ku, ew bi nûnerên Yeketiya Ewropayê re li ser nêzîkatiyên Ewropayê li hember Sûriyeyê û dê civîna li Cenewreyê pêkbê dê çawa be hatin axaftin.

Îlham Ehmed da diyarkirin ku, ew dixwazin di civîna li Cenewreyê de serbixwe beşdar bibin û ragihand ku, ji wan re gotine tenê dikarin li ser vî bingehî bi Kurdan re tevger bikin. Ehmed aşkera kir ku, rayedarên Yeketiya Ewropayê jî behsa girîngiya serlêdana serbixwe ya Kurdan kir û destnîşan kir ku, li Sûriyeyê muxalefetekî rast dimeşînin.

Îlham bilêv kir ku, wana li ser têkoşîna Kurdan ya li Rojava jî agahî dane û anî ziman di hevdîtinê de ambargo jî anîne rojevê û xwestin deriyên sinor bêne vekirin. Îlham got: “Pêwîste Tirkiye siyaseta li hemberî Kurdan biguhere. Pêwîste hebûna Kurdan qebûl bike. Ev ne şermeke, qezenceke. Pêwîste pelek nû veke. Em dixwazin bi Kurdan re pêvajoyekî nû bidin destpêkirin. Di hevdîtinan de me ev daxwazî kirin. Me xwest di vê mijarê de zextê li Tirkiyeyê bikin.”

Li gorî agahiyên ku Îlham Ehmed dayî, daxwaz kirine ku hevdîtinê bi Wezareta Derve ya Tirk re bikin. Lê belê heya niha ti agahî nedane. Îlham Ehmed ev tişt gotin:

“Em dixwazin hevdîtinekê bikîn. Me daxwaza xwe ragihand. Eger bixwazin hevdîtinê bi me re bikin ya nekin ew dê biryar bidin. Li şûna bi rêya balyozxaneyan, ji xwe em jî dixwazin daxwazên xwe raste rast ji hikumetê re ragihînîn. Eger em hevdîtinê nekin jî ew biryara wan e. Heya niha bersivek fermî nedane me.”

Îlham Ehmed di derbarê dîwarê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê avakirin jî anî ziman ku, “Êdî ew dîwar nabin çare. Ji ber ku Kurdan di feraseta xwe de, fikir û ramanên xwe de dîwar rakirine. Ji ber vê neçare ye. Ya girîng ewe Tirkiye siyaseta xwe biguhere. Ji vê zêdetir tu çareyên din nînin.”

Endamê Desteya Bilind Mihemedê Mûsa jî diyarkir ku, sedemê bingehîn yê serdanê daxwazên wan ên siyasî û vegotina mîsyona vîna Kurd a li Sûriyeyê ye. Mûsa anî ziman ku, li Rojhilata Navîn bêy Kurdan çareserî nabe û got: “Li herêmê bêy Kurdan aramî çênabe. Çareseriyekî ku hevdu qebûl bikin pêwîste. Pêwîste hemû gel li gel hev jiyan bike.”

Çav lê ye ku şande têkildarî hevdîtinan sibe li ber Navenda Giştî ya BDP’ê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.