Sancar: Tirs ketiye nava dilê dewletê

Namzetên HDP'ê û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Enqereyê li hev rûniştin. Parlamenterê HDP'yî Mîthat Sancar diyar kir ku ji ber hewldanên taybet ên AKP'ê, pirsgirêka bendê hê li ber wan e û ji bo ewlekariya sindoqan hişyarî da.

Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û komeleyên herêmî li hev civand. Namzetên parlementeriyê Fîlîz Kerestecîoglû, Velî Saçilik û Nûray Turkmen tevî Parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar tevlî kombûnê bûn. Di destpêkê de sînevîzyona ji axaftinên namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş dest pê kir.

'TIRS KETIYE DILÊ HEMÛ KADROYÊN DEWLETÊ'

Parlamenterê Mêrdînê yê HDP'yî Mîthat Sancar bi zimanên Erebî, Kurdî û Tirkî silav da beşdaran û ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê got, "Ev yek meşa 7'ê Hezîranê ye." Sancar bi dewamî got, "Yên ku ditirsin ne tenê Erdogan û AKP ne. Tirsa HDP'ê ketiye dilê hemû kadroyên dewletê. Lewma encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê nas nekirin û dest bi rijandina xwînê kirin ku ev yek taybetmendiya wan a bingehîn e. Bi her awayî dest bi derewan kirin. Ji bo vîna gelan talan bikin, dest bi derew, talan û rijandina xwînê kirin."

'EM LI SER PIYAN E Û MEZIN DIBIN'

Sancar got, "Bi rijandina xwînê, bi derew û destesekirinê desthilatdarî bi rê ve naçe" û wiha dewam kir: "Tevî ku her tişt dagir kirine, dikin nakin nikarin bi rê ve bibin. Desthilatdariya li ser xwînê û derewan ava kirine, lewma nikarin bi rê ve bibin. Belê dibe ku hûn desthilatdar bin, lê hûn ê nikaribin bi rê ve bibin. Ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê û vir ve ji bo HDP'ê bi temamî tine bikin, serî li her rê û rêbazê dan. Hevrêyên me dîl girtin, wekîltiya wan betal kirin. Tevî zext û zordariyê jî HDP li ser piyan e. Ji ber vê yekê bi Hêrs dibin. Em ne tenê li ser piyan e. Em gav bi gav mezin dibin."

HIŞYARIYA LI SER 'EWLEKARIYA SINDOQAN'

Sancar li ser ewlekariya hilbijartinê jî got, "Dengdêrên me yên biçin ser sindoqan wî baş nas dikin. Desthilatdarî li pêşiya dengdana hilbijêrên me dibe asteng. Hewl dide bike ku dengdêrên me nikaribin biçin ser sindoqan. Dek û dolab ji van kêm nabin. Hebûna vê desthilatdariyê derewîn e. Ji bo HDP li bendê bialiqe çi ji destê wan tê dkiin. Lewma divê her kes xwedî li sindoqan derkeve û bi berpirsyariya ewlekariya sindoqan rabin."