Sancar: Bêhêvîtî teslîmiyetê, berxwedan jî edaletê tîne

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê di nav tirsê de ye û got ku “Bêhêvîtî teslîmiyetê bi xwe re tîne” û banga berxwedanê kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîhat Sancar di komcivîna partiya xwe de axivî. Sancar têkildarî “Meşa Demokrasiyê” ya partiya xwe axivî û got: “Ji bo em bi vê meşê hemû welat hembêz bikin ji Edîrneyê û Colemêrgê meşiyan. Me bi van meşan got hûn nikarin îradeya me desteser bikin. Me ji seriyekî heta serê din ê welat xelkê xwe pêşwazî kir. Her du bask jî xwedî wateyên girîng bûn.”

Sancar diyar kir ku meşa wan a qonaxa ewil dibe li Enqereyê bi dawî bûbe lê wê ev meşa wan bidome.

‘EV MEŞ LI DIJÎ DARBEYÊ BÛ’

Sancar derbarê darbeya li ser partiya xwe de wiha got: “Darbekar hemû tişta ewil dikin vîna xelkê desteser dikin e. Dixwazin îradeya xelkê tune bihesibînin. Li şûna wê îradeyê emîrên xwe tînin û dixwazin hesinê xwe bicih bikin. Ji ber vê yekê ev meş li dijî darbeyê bû û me vî navî lê kir. Ev meş ji bo hemû aliyên civakê ku nikarin nefesê bigirin bû. Ji bo ciwanan bû. Ji bo jinan bû. Ji bo kedkaran û feqîran bû. Seranserî meşê em her kêlî ji aliyê îqtîdarê ve hatin astengkirin. Me dorpêçkirin û xwestin me heps bikin. Lê bi ser neketin. Di rê de ji wesayît û hevalên me bêtir maşîneyên zirxî, polîs û leşker hebûn. Li her deverê ji bo xelkê me partiya xwe pêşwazî neke her cûre astengî derxistin. Lê nizanin ku wê nikaribin navbera me û gelê me qut bikin.

‘ME EV MEŞ JI BO CIWANAN LI DAR XIST’

Em ê bi gelê xwe re û bi dengê xwe re werin gel hev. Em ê bi awirên wan re bên gel hev. Em ê di dil de bi hev re bin. Tevî hemû astengî û qedexeyan jî nikaribûn meşa me asteng bikin û benda bixin navbera me û xelkê me. Me bi gelê xwe re dil da hev û hev pêşwazî kir. Li her deverê xelkê me li şaneşîn, şibak û li ser kolanan destê xwe ji me re hejandin û piştgiriya xwe dan nîşandan. Herî zêde me vê meşê ji bo ciwanan li dar xist. Ji ber ku ew siberoja me ne.

Em ji bo siberojek demokratîk û azad meşiyan. Ji bo ku butçeya welat ji şer re neçe û ji ciwanan re were veqetandin em meşiyan. Razemaniya şer tarîkirina siberoja ciwanan e. Her bombeya diteqe, her çeka tê kirîn, dizîna siberoja ciwanan e. Loma me got em li dijî şer dimeşin. Meşa me li dijî teqandina bombeyan bû û ji bo pere ne ji bo talan û rantê were veqetandin ji bo kar û na were razandin bû.

‘EM BI SERBILINDÎ MEŞIYAN’

Îqtîdarê bi van astengiyan xwest me asteng bike û em serê xwe bitewînin. Lê em bi serbilindî meşiyan. Ew tirsiyan. Îqtîdar ditirse. Îqtîdar ji hêrsê, ji lêgerîna maf ditirse. Her kesê ku li dijî îqtîdarê derdikeve wek terorîst tê ragihandin. Dibe ku tirs ji ber vê yekê be gelo? Çawa çêdibe ku ji sedî 60-70 wek terorîst tê nîşankirin. Eşkere ji vî xelkî ditirsin. Loma çi ji destê wan tê li dijî gel pêk tînin. Tevî vê yekê jî em meşiyan. Çimkî divê dîwarên tirsê werin hilweşandin. Heke em bitirsin wê ruhê me jî bimerisînin. Wê me bê rûh û bê îrade bihêlin. Ji ber vê yekê wê li dijî dîwarên tirsê meşa me berdewam bike.”

MEŞA BAROYAN

Sancar bal kişand ser astengkirina meşa baroyan û wiha got: “Tişta ku baro jî dikin wek tişta ku me pêk anî. Qefesên hesin li ser baroyan ferz dikin. Baro ji bo vê qefesê red bikin dimeşin. Dema em dibêjin ev îqtîdar darbekar e, hin kes ji me re dibêjin pir mezin dikin. Lê viya bizanibin, niyeta vê îqtîdarê darbekarî ye. Heke îqtîdarek îradeya hin aliyên civakê tune bihesibîne, ev îqtîdar darbekar e. Tişta ku dixwazin bînin serê baroyan jî ev e. Dixwazin naveroka baroyan pûç bikin û darbeyê pêk bînin. Pir eşkere dibêjin her kesê li dijî wan bêdeng bikin. Heke ew ewqas eşkere dibêjin divê em jî ji wan bêtir bi wêrektir tevbigerin. Çav berî îradeya her kesî dane. Heysiyetê dikin armanca xwe. Divê her kes pir bi wêrekî li dijî vê derkeve. Va baroyan jî vê wêrekiyê nîşan da. Di têkoşîna heysiyetê de cihek xwe yê saxlem girtin.”