'AKP'ê korona ji xwe re kir firsend û deste danî ser îradeya Kurdan'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir, di demekê de ku dinya bi vîrûsa koronayê mijûl e, AKP hewl dide dest deyne ser îradeya Kurdan.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, li Navenda Giştî ya partiya xwe, derbarê desteserkirina şaredariyên HDP'î de civîna çapemeniyê li dar xist. Berî civînê, rûpoş, lepik û galoş li rojnamevanan hatin belavkirin.

Sancar, di axaftina kir de wiha got: “Hemû cîhan li dijî vîrûsa korona ku gefên mezin li mirovahiyê dixwe, li bergiriyên cuda yên têkoşînê digerin. Lê desthilatdariya Tirkiyeyê, li dû hesabên cuda diker. Ji ber vê desthilatdariyê îro serê sibê şaredariyên me yên Êlih, Farqîn, Lîcê, Erxenî û Gêlê kirin dorpêçê. Wezaretê heya niha tu daxuyaniyek fermî ne daye. Dîsa rast rast hevşaredarên me nehatine agahdar kirin. Yanî ev operasyon, operasyoneke qeyûmeyê.

Ji roja dest pê kê ya vê şewbê ve em dibêjin ku mirovahî dibin gefek mezin deye û em pêdiviyê bi piştevahiyê dibînin. Me got ku encex bi piştevahiyê mirovahî karibe vê gefê derbas bike. Di vê çarçoveyê de me bang li desthilatdariyê jî kir. Lê em îro dibînin ku desthilatdarî li şûna piştevaniyê polîtîkayên cihêkariyê ji bo xwe tercîh dike. Ev desthilatdarî li hemberî talûkeya ku mirovahî dixe nava xeteriyek mezin de jî, tenê bekaya xwe difikire. Ev desthilatdarî ne gel, serdestiya xwe tercîh dike. Em niha bi desthilatdariyeke wisa difikire re rû bi rû ne.

Me zelaliya di demokrastiyê de xwest. Lê desthilatdarî bi her awayî rêveberiya xwe ya otorîter dixwe dewrê û dewam dike. Di vî warî de tu guhertinan jî çênake. Bi hemû kirînên xwe li holê ye. Em zelaliyê dixwazin, lê desthilatdariyê tarîtî ji xwe re hilbijart. Em dibêin tevlîbûna demokrasiyê, lê desthilatdar otorîteriya xwe tercîh dike. Her ku em dibêjin tenduristiya gel, desthilatdarî êrîşî gel dike û tenduristiya gel dixe talûkê."