Salvegera PKK’ê li Torîno bi çoşiyekê hate pîrozkirin
Li Torînoyê 39’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi coşekê hate pîrozkirin.
Li Torînoyê 39’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi coşekê hate pîrozkirin.
Li bajarê Îtalya Torînoyê 39’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi coşekê hate pîrozkirin.
Di şeva pîrozbahiyê de, ku ji aliyê Komîteya Kurd ve hatibû organîzekirin, wate û giringiya damezrandina PKK’ê, dîroka têkoşînê ya îro hate ravekirin.
Piştî nîşandana sînevîzyonê Erol Berxwedan derket ser dikê û bi stranên xwe coşiyek da pîrozbahiyê. Li ber stranan govend hate gerandin.
Di şeva pîrozbahiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.