Kurdistaniyên ku li bajarê Brighton yê Îngilîstanê jiyan dikin, biboneya 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê panelek li darxistin.
Biboneya 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê gelek Kurdistaniyên ku li bajarê Brighton yê Îngilîstanê jiyan dikin di panela li organîzasyona Sussex Kurdish Comminity de hatin gel hev. Di panela ku tê de girîngiya PKK’ê di hevkêşiya Kurdistan û Rojhilata Navîn , şert û mercên siyasî û civakî yên derketina PKK’ê hatin dest girtin de, ji înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî nûnerê Brîtanyayê Dogan Genç û endamê Meclîsa Gel ya Başûrê Îngîltereyê Alî Poyraz weke axaftvan tevlî bûn.
Ji Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî yê Brîtanyayê Dogan Genç di panela ku moderatortiya wê rêvebera Sussex Kurdish Comminity Zelal Akansu dikir de axivî û balkişande ser dema dîrokî ya tekoşîna azadiyê ya li gel rêhevalên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayîne destpêkirin û wiha got: “Di dema ku hêzên mêtînger digotin me êdî gelê Kurd xist bin betonê, meşa azadiyê ya ji nû ve zindîbûnê pêkanîn. Gelekê bifikirin ku bi tunebûnê re rû bi rû maye, demekî ku Rojhilata Navîn û Kurdistanê deriyên xwe ji tekoşînê re girtibûn, pêngav bi pêngav meşa azadiyê heya roja me ya îro anî.”
Genç diyarkir ku, di bin pêşengtiya Tekoşîna Azadiya Kurd de gelê Kurd, bajar bi bajar, nahye bi nahye, gund bi gund, hemû qad ber bi azadiyê ve birine. Genç destnîşan kir ku, îro bi vê tekoşînê gelê Kurd li her taxê, kolanê bi ser bilindî li ser lingane. Genç di berdewama axaftinên xwe de behsa sîstema konfederal kir û wiha got; “sîstema Konfederal ya Demokratîk, şeklê ku gel jiyana xwe bi xwe di nava nasnameya xwe ya xweser de li gorî pêwîstiyên xwe pêkbîne ye. Di vê sîstemê de her kesek di kademeya rêvebertiyê de cih digire. Kurd bi vê sîstemê dê cihê xwe di dîroka cîhanê de bigire.”
Endamê Meclisa Mala Gel ya Başûrê Îngilîstanê Alî Poyraz jî, polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê yên tên birêve birin ji dîrokê mînak dan û got, feraseta dewletê hêjan nehatiye guhertin. Poyraz di axaftinên xwe de cih da bîranînek ya Demîrtaş Ceyhun yên ku li girtîgeha Amedê man û got: “Demîrtaş Ceyhun piştî ku ji Girtîgeha Amedê tê berdan destpêkê diçe gel dixtorek yê didana û dixwaze dixtor hemû didanên wî derxîne. Dixtor li hember vê daxwazê şaş dimîne û naxwaze bike. Ceyhun jî jêre dibêj, ger tu çênekî ew dê xwe întîhar bike. Piştre dixtor temaşe dike ku Ceyhun pir cidiye. Dixtor dê çêbike lê dixwaze sedemê wê fêr bibe. Ceyhun jî jêre dibêje ji bilî îşkenceya giran ya ku dîtiye, bi van didanan pîsî pêdane xwarin. Ji ber vê sedemê dixwaze van hemû didanan derxîne.” Balkêş bû ku li hemberî vê bîranînê hemû salon bêdeng bû.
Temaşevan di beşa pirs û bersivan de, sedemê bingehîn yê pirsgirêka Kurd weke înkar û qedexeya ziman hate diyarkirin, her wiha di pêvajoyekî ku daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî Kurdî bi awayek bihêz bilind dibe de, rexne li panelê hatin kirin ku ne bi zimanê Kurdî têne li darxistin. Di vê mijarê de panelist û rêveberiya Sussex Kurdishê rexnedayîna xwe dan û lêborîn xwest.
Piştî axaftinan muzîkjen Şeref Can û Hakan Xan bistranên Kurdistanî rakirin dîlanê.