Salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê li Lavrîoyê hate pîrozkirin

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, bi wesîleya salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê meş û pîrozbahiyek hate lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin.

Bi sedan kesên liğ kampa Lavrîoyê, bi malên PKK, KCK, YPG, YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî meşaleyan dest bi meşê kirin.

Çalakgeran pankarteke mezin a bi nivîsa "No pasaran" vekirin û peyama "Rê ji faşîzmê re nîne" dan.

Di çaakiyê de êrişên faşîzmê yên li Kurdistan, Tirkiye û tevahiya cîhanê hatin şermezarkirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Faşîst Tirkiye" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.

Piştî meşê li kampa Lavrîoyê salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de sînevîzyonek hate nîşandan û peyama Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel a liğ ser salvegera 16'an a pêngavê hate xwendin. Di pîrozbahiyê de ku dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn berxwedana gerîla hate silavkirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.