Salvegera damezrandina PKK'ê li Wan û Amedê hat pîrozkirin

Salvegera damezrandina PKK'ê li Wan û Amedê hat pîrozkirin

35. salvegera 27'ê Mijdarê roja damezirandina PKK'ê duh êvarê li navçeyên Şaxê û Payizava yên Wanê bi girseyî hat pîrozkirin. Li Amedê jî ji bo şahiya Gundê Fisê li taxan civînên gel hatin lidarxistin.

35. salvegera 27'ê Mijdarê roja damezirandina PKK'ê li navçeyên Şaxê û Peyazava yên Wanê hat pîrozkirin. Bi vê mebestê li ber avahiya BDP'ê ya Şaxê ya Wanê şahî pêk hat. Di şahiyê de parlamenterê BDP'ê yên Wanê Nazmî Gur Hevserokê BDP'ê yê Wanê Musa İtah û gelek welatî amade bûn.

Di şahiyê de pankarta "Ji Rêber Apo re azadî ji Kurdistanê re statu", "PKK gel e, gel li vir e" û "Damezrandina salvêgera PKK pîroz be" hatin bilindkirin. Girseyê bê navber dirûşmên "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" berz kir. Girseya gel bi rêzgirtinê dest bi pîrozbahiyê kir. Hevserokê BDP'ê yê Wanê Musa Îtah di axaftina xwe ya li vir de anî ziman ku yek ji cihê serhildana PKK'ê navçeya Şaxê ye û bi hezaran peqrewan li van çiyan derbas bûn.
Pişti axatinan koma NÇM'ê konser da.

Li navçeya Payizava ya Wanê jî girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bû 35. salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, rêveberên BDP'ê û gelek welatiyên din amade bûn.

Rêxistina BDP'ê ya Amedê jî ji bo şahiya ku di 27'ê Mijdarê de li Gundê Fîsê pêk bînin li taxan civînên gel pêk anî. Civîn li salona Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina BDP'ê pêk hat û gelek welatî beşdar bûn.