Salvegera damezrandina PKK'ê li Saratovê hat pîrozkirin

39. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Saratov ê Rûsyayê hat pîrozkirin.

Kurdistaniyên li navçeya Erşov a bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, salvegera damezrandina PKK'ê bi şevekê pîroz kirin.

Pîrozbahiya ku ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Erşovê ve hate organîzekirin, li salona konserê ya Mala Gel pêk hat û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, li ser têkoîna PKK'ê sînevîzyon hate nîşandan.

Ji rêveberên Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Sarya Şevîn dûre peyivî û  got, "Di nava PKK'ê de bi hezaran lehengên navê wan nehatiye bihîstin hene. Van lehengan berxwedaneke gelekî mezin afirandin. Di serdema heyî de PKK bûye hêviya azadiyê ya civakên bindest. Ji ber ku gel hê bêhtir xwedî li PKK'ê derdikevin, AKP û gelek hêzên siyasî dikevin nava tirs û fikaran. Ev hêzên siyasî yên dixwazin PKK'e tasfiye bikin, bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re dixwazin têkoşîna PKK'ê mînîmîze bikin. Bi vîna xurt a Rêberê me derxist holê û bi ruhê berxwedanê yê gelê xwe, em ê pêşî li van lîstikên gemarî bigirin. Azadî nêz e."

Pîrozbahiyê bi stranên Azad Bedran, Peywan Arjîn, Berfîn Mamedova û hunermendên herêmî dewam kir.