Salvegera damezrandina PKK'ê li Qoserê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li Qoserê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li Qoserê hat pîrozkirin
36. salvegera damezrandina PKK'ê li Qoserê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.
Salvegera damezrandina PKK'ê, li navçeya Mêrdîn Qoserê bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Di çalakiya li taxa Îpekê de, rêveberên DBP, HDP ên navçeyê, Hevşaredarên Qoserê, Dayikên Aştiyê, endamên DOKH û şêniyên taxê beşdar bûn. Li qada pîrozbahiyê pankarta bi nivîsa "Bi ruhê avakirina PKK'ê ber bi azadiya serokatiyê ve" hat daliqandin û alên PKK û YPG'ê hatin vekirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna demokrasî û azadiyê, Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Kemal Ece axivî û destnîşan kir ku ew salvegera 36. a damezrandina PKK'ê bi berxwedana Kobanê re pîroz dikin.
Ece bal kişand ser têkoşîna 36 salan a gelê Kurd û anî ziman ku ev têkoşîn îro li Kobanê jî dewam dike. Ece got, "Gelê Kurd ti carî dest ji têkoşîna xwe berneda û wê dest jê bernede. Ev 72 roj in li Kobanê berxwedanek tê nîşandan. Ev gel çawa ku heta roja îro berxwedana xwe meşandiye, wê bi heman rengî destûrê nede çeteyên DAIŞ'ê."