Salvegera damezrandina PKK'ê li Komara Adigeyê hat pîrozkirin

Salvegera damezrandina PKK'ê li Komara Adigeyê hat pîrozkirin

36. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li Kobana Adigey a Rûsyayê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

36. salvegera damezrandina PKK'ê li Komara Adigeyê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Siyasetmedarê Kurd Adîl Cotkar, Berpirsyarê Mala Kurdan Feyzo Huseyîn û Berpirsyarê Otonomiya Çandê ya Kurdan a Krasnadarê Arîf Ezmanî axivîn û salvegera damezrandina PKK'ê li tevahiya gelê Kurd pîroz kirin.

Cotkar di axaftina xwe de diyar kir ku PKK ji bo gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn bûye ronahiya azadiyê û got, "PKK, ji bo hemû gelên mafên wan hatine binpêkirin têdikoş e. PKK şoreşa jinê ye, ku îro bi hezaran jinên Kurd di rêya azadiyê têdikoş in."

Piştî axaftinan, hunermend Seyda Perînçek, Koma Dengê Xerîbiyê, Koma Govendê ya Kulîlkên Kurdistanê, Koma Sazê ya Mala Kurdan, Koroya Zarokan a Mala Kurdan û hunermend Roj Azad bi dorê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.