Salvegera damezrandina PKK'ê li Ermenîstanê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li Ermenîstanê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li Ermenîstanê hat pîrozkirin
36. salvegera damezrandina PKK'ê, li Êrîvan bi civînekê hat pîrozkirin.
Bi wesîleya 36. salvegera damezrandina PKK'ê, li paytexta Ermenîstan Êrîvanê li Ofîsa Kurdistan Komîtê civînek hat lidarxistin. Civîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, ji aliyê Serokê Şêwra Kurdên Ermenîstanê Kinyas Hemîd, Seroka Kurdistan Komîtê Jinya Hadîr û Endamê Kurdistan Komîtê Dawûd Karasû ve hat birêvebirin.
Axaftvanan salvegera damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cangoriyan, gelê Kurd û têkoşeran pîroz kirin û di axaftina xwe de ev xal destnîşan kirin:
"Ev roj ji bo me rojeke pîroz e. Di jiyana her gelî de têkoşîna man û nemanê hatiye meşandin. Dema ew têkoşîn biser bikeve, hingî ew roj ji bo wî gelî dibe rojeke pîroz. 27'ê Mijdarê jî ji bo me pîroz e."
Di axaftinan de bal hat kişandin ser şoreşa li Rojavayê Kurdistanê û hat destnîşankirin, ku ji niha ve dikare were gotin wê gelê Kurd di sala 37. a têkoşînê de bi ser bikeve. Beşdaran gotin, "Bila her kes bizabin, di sedsala 21'an de Kurd yekemcar ji bo xwe dixebite û ji vir û şûnde jî wê ji bo xwe bixebitin. Lewma em ê bi ser bikevin."
Civîn bi dirûşmeyên "Bijî Rêber Apo", "Bijî PKK" bi dawî bû.