Salvegera damezrandina PKK’ê li Duisburgê hate pîrozkirin

Salvegera damezrandina PKK’ê li Duisburgê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li bajarê Duisburgê dijîn bi şahiyekê 34emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîroz kir.

Şahiya bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan pêk hat, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî axaftina vekirinê Koma Rizgar derket ser dikê û piştre sînevîzyon hate nîşandan. Piştî folklorê, siyasetmedarê Kurd Muzzafer Ayata axaftinek kir û bal kişand ser girîngî û wateya PKKê ji bo gelê Kurdistanê.

Ayata di naxaftina xwe de bal kişand ku PKK nasnameya gelê Kurd e. Ayata pêvajoya salekê nirxand û got: “Di pêvajoya sala borî de, bê navber çalakiyên gelê Kurd berdewam kirin.” Ayata bal kişand ser girîngiya grevên birçîbûnê û tûra otobusê ya Ji Ocalan re Azadî.

Muzzafer Ayata îşaret bi manîpulasyona çapemeniya Tirk kir û got: “Berxwedaneke ku 34 berdewam dike heye. Li hemberî hemû zext û polîtîkayên têkbirinê, ev sedsal sedsala Kurdan e. Tu kesek bila vê yekê ji hişê xwe dernexe.”

Ayata destnîşan kir ku tu kesê bawer nedikir ku dê ewqas tişt li Rojavayê Kurdistanê biqewimin û got: “Em dît ku dê di encama yekitiya Kurdan de hêzek mezin derbikeve holê.”

Piştî axaftina Ayata Kawa Selman û koma folklorê ya Weselê derketin ser dikê û coşa şahiyê zêdetir kirin. Di şahiyê de zêdetirê 1500 Kurdistanî amade bûn û bê navber dirûşimên ‘Bijî Serok Apo’ qêriyan. Şev bi stranên Narînxanê bi dawî bû.