Salvegera damezrandina PKK'ê li Belçîkayê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li Belçîkayê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li Belçîkayê hat pîrozkirin
36. Salvegera Damezirandina PKK'ê li bajarê Belçîka Lîege bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di pîrozbahiyê de axivî û destnîşan kir, ku PKK ji tevahiya Rojhilata Navîn re pêşengiyê dike.
Pîrozbahiya 36. Salvegera Damezirandina PKK'ê, li Salona Place Kongre ya li bajarê Liege bi beşdariya hezar kesî pêk hat. Di çalakiya ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên li salonê hatin daliqandin de, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî û bal kişand ser rola PKK'ê ya di dîroka Kurdistanê de. Kartal got, "Kurd bi PKK'ê re derketine ser dika dîrokê. Kurdan bi dayîna têkoşîna hebûnê, hatine roja îro. PKK îro jî bi berxwedana xwe ya li Kobanê û Şengalê re, li Rojhilata Navîn ji bo tevahiya mirovahiyê têdikoşe."
Li dû axaftinan hunermend Nûarîn, Serhat Çarnewa, Rênas Demhat, Hekîmo û Koroya Zarokan Brukselê derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin. Ciwanan heta derengiya şevê li ber stranan govend gerandin.