Salvegera damezerandina PKK’ê li Bîelefeldê hat pîrozkirin

Salvegera damezerandina PKK’ê li Bîelefeldê hat pîrozkirin

34’emîn salvegera PKK’ê li bajarê Bîelefeld a Almanyayê hat pîrozkirin.

Nêzî hezar û 200 kurd û dostên kurdan tevlî şahiyê bûn. Posterên Rêberê Gê kurd, pankart û alên PKK’ê li salonê hatin daliqandin. Bê navber dirûşmeyên Bijî Serok Apo hatin qêrîn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û Serokê Meclisa Gel a Bîelefeldê Tahîr Koçer diyar kir ku PKK û gelê kurd di bi şert û mercên zehmet de têdikoşin û heta jiyaneke azad pêk neyê dê têkoşîn bidome. Koç got kurd dê di her rewşê de xwedî li saziyên xwe derkeve û têkoşîna xwe bilind bike.

Li saziyên kurd, elewî û Êzdî gelek rêxistinên demokrat- şoreşger yên Tirkiyeyê peyam şandibûn û banga yekitî û têkoşînê kirin. Her wiha di çarçoveya kampanyaya ji Ocalan Azadî jî îmze hat berhevkirin.

Pitşre hunermend Ozan Comert, Sozdar, Bengin Agiri, Koma Sansar, Usif û Xwudêda, Koma Kulilken û koma reqsê derket ser dîkê.