Salvegera avakirina ÎHD’ê ya 33’emîn hate pîrozkirin

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan: Heta ku destûra bingehîn a nû û demokratîk neyê çêkirin û wê guhertina destûra bingehîn a sala 82’an a darbekaran çareserîyê pêk neyne.

Ji ber salvegera avakirina Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a 33’emîn li pêşiya avahiya wê ya li Enqereyê daxuyanî hate dayîn.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku ÎHD di 17’ê Tîrmeha 1986’an de ji aliyê 98 kesan hatiye avakirin û li ser maf û azadiya mirovan xebatan dike.

Turkdogan got ku “Xizmên girtiyan, ronakbîr, rewşenbîr, rojnameger, weşanger, akademîsyen, parêzer, mîmar û endezyar ev komele ava kirin. Hinek damezirînerên me jiyana xwe ji dest dan, em bi hurmet wan bi bîr tînin. ÎHD ji dema ku ava bûye û heta îro ji bo demokrasî û mafê mirovan dixebite.

Tirkiye ji ber ku nikare kêşeyên xwe yên bingehîn çareser bike, ji dêvila destûra bingehîn a demokratîk berê xwe daye destûra bingehîn a li dijî demokrasiyê. ÎHD’ê her dem mafê aştîyê parastiye û ew ê biparêze jî. Em careke din bi bîr dixînin ku ji bo Tirkiye bibe welatekî demokratîk divê doza Kurdan bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi pêvajoyeke aştîyê heye. Di heman demê de divê îradeyeke siyasî derkeve holê ku karibe mafê Elewiyan û yên hemû beşên civakî bipejirîne.

Heta ku destûra bingehîn a nû û demokratîk neyê çêkirin û wê guhertina destûra bingehîn a sala 82’an a darbekaran çareserîyê pêk neyne. Ji bo vekirina rêya demokrasiyê divê azadiya îfadekirinê ere pêk were. Heta ku mafê îfadekirinê û azadiya çapemeniyê pêk neyê, rêya demokrasiyê venabe.”