Salvegera 7. a Komkujiya Kobanê: Şeveqa reş û kêliyên nayên ji bîrkirin

7 sal li ser Komkujiya Kobanê re derbas bû. Şopa wê şeveqa reş hîn jî li her maleke Kobanê heye û kêliyên bi êş nayên jibîrkirin.

Piştî rİzgarkirina Kobanê bi nêzî 5 heyvan, car din çeteyên DAÎŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker êrîşê Kobanê kirin ku di vê êrîşê de nêzî 233 kes hatin şehîdkirin. Her wiha bi sedan kes jî birîndar bûn.

Çeteyên DAÎŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de berê êrîşên xwe dan Kobanê, bi her sê aliyên rojava, başûr û rojhilatê wê ve êrîş kirin. Çeteyan  350 gundên Kobanê dagir kirin. Piştre jî êrîşê navenda Kobanê kirin, lê bi saya berxwedan û têkoşîna şervanên YPG û YPJ’ê êrîş hate têkbirin. Di 26’ê Çileya 2015’an de çeteyên DAÎŞ’ê derbeyên mezin xwarin û piştre di wir de şkest û ber bi tunebûnê ve çû.

Lê ev derba mezin ne tenê li çeteyên DAÎŞ’ê ket, di heman demê de li dewleta Tirk jî ket ku çeteyan û terora herî mezin birêve dibe. Di wê demê de Recep Tayyîp Erdogan digot “Kobanê ket û ha wê bikevê”, lê ev axaftin û gotina wî hê bêtir moral û têkoşîna YPG û YPJ bilind kir. Di 25 Hezîrana 2015’an de çeteyan car din êrîşî Kobanê kirin ku tê de bêhtirî 233 zarok, jin, pîr û kal hatin şehîdkirin.

Li gundê Berxbatanê ku ji aliyê başûr ve 27 km dûrî bajarê Kobanê ye, nêzî 27 sivîl hatin şehîdkirin. Gundê Berxbatan gundekî ku bi welatparêziya xwe tê naskirin û di Şoreşa Rojava û şoreşa Kurdistanê de gelek berdêl dane. Gund di Şoreşa Rojava de roleke xwe ya girîng heye û li hemberî çeteyên El Nûsra û DAÎŞ’ê berxwedanî û têkoşîneke bêhempa birêve biriye.

Tirkiye her tim bi rê û rêbazên curbecur hewl daye ku bi piştgiriya çeteyên wek DAÎŞ, El Nusra û çeteyên bi navê “Artêşa Azad” îrade û berxwedana gelên herêmê bişkîne û ji bo tunekirina herêmên Rêveberiya Xweser her tim dane êrîşkirin.

Komkujiya Kobanê û gundê Berxbatan ku yek ji bûyerên herî bixwîn ên erdnîgariya Sûriyê ye, di 25’ê Hezîrana 2015’an de bi dehan çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gundê Berxbatan û bajarê Kobanê bûn û komkujiyeke hovane li dijî sivîlan pêkanîn ku di encamê de 233 sivîl ku 27 kes ji wan xelkê gundê Berxbatanê ne hatin şehîdkirin.

ÇIMA KOBANÊ?

Kobanê bajarekî  Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê ye, 30 kîlometreyan li rojhilatê çemê Firatê ye û bi qasî 150 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Helebê ye.

Kobanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ji destê hêzên hikûmeta Sûriyeyê hat rizgarkirin û bû yekem bajarê Kurdan ku ji destê hikûmetê hat derxistin.

Xelkê Kobanê mîna herêmên Efrîn û Cezîrê Rêveberiya Xweser û hêzên xwe yên leşkerî ava kirin, lê ev yek ji aliyên hêzên herêmî yên weke Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li ser erdnîgariya Sûriyeyê re ne xweş bû. Lewma di meha Çile ya sala 2014’an de ji çend aliyan ve dest bi şopandina Rêveberiya Xweser ku li Cizîr, Kobanê û Efrînê hatibûn ragihandin kirin.

Di 15’ê Îlona 2014’an de êrîşeke mezin li ser Kobanê û gundên wê destpê kir û di demeke nêzîk de piraniya gundan û zêdetirî nîvê rûbera bajêr ji aliyê DAÎŞ’ê ve hat dagirkirin, lê YPG û YPJ’ê bajar parast û piştî 134 roj berxwedaniyê bajarê Kobanê hat rizgarkirin. Şer her tim berdewam bû, di 26’ê Çileya 2015’an de bajarê Kobanê bi temamî hat rizgarkirin.

Ji ber vê yekê Yekîneyên Parastina Gel û Jin pêngava rizgarkirina hemû gundên Kobanê destpê kirin û gihiştin Girê Spî ya li rojhilat, Eyn Îsa li başûrê rojhilat û gundewarên navçeya Sirîn li başûrê bajarê Kobanê hatin rizgarkirin. Bi giştî Kobanê, tax û gundewarên wê piştî çend mehan hat rizgarkirin.

Lê DAÎŞ piştî şikestinên ku yek li pey yê din xwar, derbasî nav bajarê Kobanê bû; wek berteka li hember şikestinên xwe ya li herêmê, bi komkujiyeke hovane ya li dijî sivîlan pêk anî xwest tolhildana şikestinên xwe û Tirkiyê ya ku li pişt wî bû hilîne.

Di 25’ê Hezîranê de çeteyên DAÎŞ’ê derdora saet 4’ê sibehê xwe berdan nav bajarê Kobanê û hejmarek ji gundên wê;  Li gorî tiştên ku ji şahidên bûyerê hatine vegotin, ji bilî rêbazên sekvanî û teqînên xwekujî, bi rêbazên serjêkirin û kuştina ji nêz ve ya bi çekan qetlîamên hovane pêk anîn.

Çeteyan li van taxan; li nêzîkî nanpêjxaneya Elî û avahiya Meclîsa navçeya Kobanê, li ser rêya Helebê, başûrê bajêr, li derdora Benzînxaneya Mistefa Derwîş ya li ser rêya Şêranê, li rojhilatê bajêr, bi taybetî taxên Kaniya Kurdan û Mektla, li bakurê bajêr li taxa Gumrikê, li navenda bajêr li nêzî qada Azadiyê, li sûka El-Hal a kevin, Nexweşxaneya Meştenûr, Kolana 48’an, li gundên Tarmik, Berxbatan komkujiyên hovane pêk anîn.

Çeteyên DAÎŞ’ê yên ketibûn wan taxên asê man û ji ber wan şêniyên bajêr jî nêzî sê rojan asê mabûn. Yekîneyên Parastina Gel û Jin di wê demê de karîn sivîlên asê mayî rizgar bikin û bi wesayîtên zirxî û ambûlansan derxistin derveyî bajêr. Bi taybetî Daristana Kobanê ku sivîl lê koçber bibûn û li gundê Mezreat Dawûd ku bi sedan kes mabûn. Du şevan bi sedan welatî li ser sînorê Tirkiyê ku rê nedihat dayîn derbas bibin û bi sedan jî li Rojava asê mabûn.

 KOMKUJÎ DERKET ASTA QIRKIRINÊ

Rêbazên herî hovane yên serjêkirin û gulebarankirinê li dijî gelê Kobanê pêk anîn. Bi kurtasî her cûre amûrên ku di asta navdewletî de hatine qedexekirin û her cûre rêbazên dermirovî yên  ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin bikaranîn.

Çeteyan bi cil û bergên Yekîneyên Parastina Gel û ‘Artêşa Azad’ êrîşî sivîlên di malên wan de kirin, ketin malên wan û her kesê ku rastî wan dihat şehîd dikirin.

Li gorî gelek raporên rêxistinên mirovî, komkujiya ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatiye kirin, derketiye asta qirkirina Kurdan.

Dayîka bi navê Sara Hesen Elî ku hevjîna Şehîd Mihemed Hecî Reşo ye wiha behsa roja Komkujiya Kobanê û şehadeta hevjînê xwe kir; “Di saet 5’ê sibehê de dengê mermiyan pir dihat; ji me re hat gotin ku ev şahiya rizgarkirina Sirînê ye. Şehîd Mihemed ji pencerê ve temaşeyê derve dikir, min jê re got xwe bide aliyekî wê mermî werin te. Wî ji min re got tu dîsa tirsiyayî? Her wiha got ku ezê derkevim derve û binêrim bê ka çi heye. Dema derket derve, hevalê wî Elî jî li derve bû. Mihemed jê re got ku ez dixwazim wêdetir biçim û binêrim bê ka ev çi denge, hevalê wî Elî jî jêre dibêje ku ger tu biçî ezê jî bi te re bêm. Elî û Mihemed bi hev re berê xwe didin cihê Heyva Sor û li wir me dît ku hin kes bi cil û bergên YPG’ê û alên wan sekinîne, me digot qey ev şervanin, lê çete bûn ku di şevê de hatibûn Kobanê.”

Dayîka Sara wiha axaftina xwe domand; “Wê koma çeteyan bi zimanê erebî ji Mihemed pirsîn û gotin hûn kîne? Mihemed bersiv daye wan û gotiye em hevalên we ne, em jî Kurdin. Dema ku Mihemed wisa dibêje çete dibêjin ka wan reş bikin. Di wê demê de Mihemed hat şehîd kirin û hevalê wî Elî jî birîndar dibe. Piştî birîndarbûna Elî çeteyan gotiye êdî karên van qediya û ji wir derdikevin. Dema ku çete diçin, Elî bi lez bi wesayîtê vedigere mal. Dema gihîşte malê her kes li ser serê Elî û Mihemed kom dibin. Tenê Elî ji min re dibêje ku Mihemed bi min re ye netirse. Em nizanin ku şehîd ketiye, tenê em dizanin ku Elî dibêje bi min re ye.”

Her wiha di wê demê de li ber deriyê sînor ê Tirkiyê teqîneke mezin çêdibe. Wê çaxê bû ku gel zanî ev ne şahiya rizgarkirinê ye, ev dijmine ku ketiye Kobanê. Dayika Sara bi dileke tije wiha behsa kêliya ku bihîst hevjînê wê şehîd bûye kir. Li gorî gotina wê wê dît ku li ber deriyê mal wesayît hatiye seknadin û Elî jê peya dibe. Tenê jê re dibêjin ku Apê Hemed gihîştiye asta şehadetê. Dayika Sara wiha pêde çû; “Her wiha zarokên min gotin ku em dixwazin bavê xwe bibin nexweşxanê. Di wir de xwestin pismamê min bibin nexweşxanê, lê li wir dîsa çeteyan nexweşxane dorpêç kirin. Piştre bi ambulansê her du zarokên min gihîştin min. Şervanên YPG’ê ji me re gotin ku divê hûn ji malên xwe derkevin.”

Dayika Sara di dawiyê de anî ziman, “Ev roj rojeke reş bû, bila here û venegerê” û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ne yê me tenê şehîd ketin, ji hin malan 7 heta 9 kes jî gihîştin asta şehadetê.”

Keç û xwişka şehîd Mehmûd û Nûrî, Helîme jî wiha behsa şehadeta bav û birayê xwe kir, “Komkujiya Kobanê rojeke tarî bû; roja beriya komkujiyê mêvanên me ji Reqayê amade bûn, di destê sibehê de saet 5:18’an em bi dengê teqîniyê ji xewê hişyar bûn. Me nedizanî çi qewimiye, tiştê ku xuya dikir tenê xwîn û cenaze ne. Meta min gazî kir û got yekî ne nas di malê de birîndare, nizanîbû ku ewê nenas zawayê wê ye.

Ez derketim derve û min dît ku her kes diqîre û digirî. Tenê min dît cenazeyek li ber deriyê me ye û apê min li ser serê sekinî ye û digrî û li xwe dixe. Piştre ku gihîştin gel wî dîtin ku hevjînê Meta min e. Dengê dayîk û meta min tê û gazî bavê min dikin. Tenê deng tê min ku dibêjin çû. Cîraneke me gazî min kir û got tu li bavê xwe digerî? min got erê. Ji min re got bavê te evê ha ye. Ez çûm min dît cenazeyek li erdê ye, ez ber bi wî ve çûm lê nehîştin ku ez bavê xwe binêrim. Dema ez gihîştim bavê xwe çongê min sist bûn, tenê min dît ku bavê min li erdê ye. Min gazî kir bang kir û qîriyam lê bavê min ranebû. Hêviya min tenê ev bû ku rabe û ji min re bibêje ez di xew de bûm.

Piştre gazî kirin ku rewş ne başe û divê em rakin nexweşxaneyê. Li wir me birayê xwe ji bîr kiriye. Em nizanin ku li kuderê ye, şehîd e an na. Di odeya nexweşxaneyê de cenazeyê zarokekê hebû, me nizanîbû ku ew cenaze yê birayê min e. Li nexweşxaneyê em ketin dorpêça çeteyan. Em demeke dirêj di dorpêça çeteyan de bûn. Em piştira derbasî nav daristana Kobanê bûn, lê hîna jî me nizanîbû ku birayê min gihîştiye asta şehadetê yan na. Tenê ji me re digotin birîndare û li Bakure û em derman dikin. Piştî sê rojan ji me re gotin werin şehîdên xwe veşêrin. Lê apê min nehîşt û gel bavê min sipart axê. Piştî sipartina axê ya bavê min, ji dayîka min re hat gotin ku lawê te nehat naskirin, ti tişt diyar nabe. Ti gotin têra vegotina van bûyerên ku me jiyan kirî nakin. Cil, jiyan û her tiştên me bûn xwîn.”

Keça şehîd Îbrahîm û Esmehan, Alcîn Îbrahîm jî bi vî rengî behsa rojên Komkujiya Kobanê û şehadeta dayîk û bavê xwe kir; “Ew roja komkujiyê her tim li ber çavên me ye, ew roj rojeke reş e. Komkujî di demekê de ku gel razayî bû pêkhat. Destpêkê teqînek li ber deriyê sînor çêbû. Di wê demê de bav, dayîk û apên min derketin û pirsîn; gotin ku wesayîtek li ser sînor teqiyaye. Bavê min bê çek diçe, apê min gazî dike ku bavê min vegere, lê bavê min diçe. Dayîka min em xistin malê. Apê min got ku mermî li Îbrahîm ket. Di wê demê de dayîka min ku şîr dida birayê min ê 9 mehî, şûşeya şîr avêt û reviya derve. Ez jî derketim, lê dayîka min çawa ku bavê min radike çete bi mermiyan li dayîka min jî dixin û min dît ku mermî li dayîka min jî ket.

Dema ku ez derketim derve min dît ku çeteyên DAÎŞ’ê li nav daran xûya dikin û dengê mermiyan pir tê. Ez di wê demê de matmayî bûm, min dît ku dayîka min digirî û gihiştiye ber deriyê cîranên me. Tenê ji min re got destên min rake û dayne, destê min giran bûne. Ji min re dibêje tu biçe, bavê min jî birîndar bûye, destê xwe avêtiye ser serê xwe, lê ez nedikarîbûm biçim ser bavê xwe. Ji ber ku çete hindekê wêdetir bûn. Di wê demê de şervanên YPG û YPJ’ê em derxistin û em birin nav daristana Kobanê.”