Salih Muslim: Şertên Davutoglu bê wate ne

Salih Muslim: Şertên Davutoglu bê wate ne

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim şert û mercên Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû ji bo muxatabgirtina PYD’ê diyar kiribû nirxand û got: “ev şert bê wate ne.” Muslim got: “Em ji diyalogê re amade ne. Kengî bixwaze em bê şert û merc amade ne, bi hev re rûnin.”

Serokê PYD’ya ku mezintirîn partiya Rojavayê Kurdistanê ye, Salih Muslim ji ANF’ê re axivî, û şert û mercên Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû yên ji bo muxatabgirtina PYD’ê anîbû rojevê nirxand.

Li gorî nûçeyek a rojnameya Tirk Yenî Şefakê ku roja 10’ê nîsanê hate belavkirin, Davûtoglû ji muxatabgirtina PYD’ê îşaret bi pêvajoyeke nû kiriye. Davûtoglû ku dibêje: “Ji bo her kesên ku dixwazin bi me re bikevin têkiliyan sê şertên me hene”, şertên xwe wiha rêz kiribû: “1-Divê nebin alîgirên rejîmê, 2-Heta hilbijartinên parlementoyê yên gelê Sûriyeyê neyê ser desthilatiyê tu emirwariyê nake (Ango bi xwe herêmek ji xwe re îlan nake), 3-Destekê nade  ‘terora’ li Tirkiyeyê.”

EM LI DIJÎ REJÎMÊ ŞER DIKIN

Muslim ku got: “Em weke xwe ne. Ger bixwazin têkilî bi me re deynin em amade ne”, destnîşan kir ku sucdarkirina bi alîgirtiya rejîmê “antî-propaganda” ye.  Muslim wiha axivî: “Tu carî têkiliya me bi rejîmê re çênebû. Em her tim bi rejîmê re di pevçûnê de hene û digirin hev. Jixwe rewşa dawî tê dîtin,  em li dijî rejîmê şer dikin.”

Muslim nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Davûtoglû kir û got: “Gelo ev tê çi wateyê? Ma em ê dest ji mafên xwe berdin? Gelo ew bi xwe dixwaze me bi hin tiştan ve girêbide? Em vê qebûl nakin.”

BÊ ŞERT Û MERC EM AMADE NE

Muslim ku got: “Em biratiyê dixwazin” diyar kir ku têkiliyeke wan bi PKK’ê re tune û wiha domand: “Jixwe tu pêwîstiya PKK’ê jî bi me tune ye.”Muslim îşaret bi hevdîtinên di navbera dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê de hatine destpêkirin, kir û got: “Ev şert û mercên Davûtoglû bê wate ne.”

Muslim destnîşan kir ku ji bo têkilî bi Tirkiyeyê re deynin tu şert û mercên wan tune û got: “Tu şert û merceê me tune. Ger dê dijminahiyê bikî bizane tu bi kê re dikî, ger tu dostaniyê dikî, bizane tu bi kê re dikî. Ji ber vê jî em dibêjin ku em ji diyalogê re amade ne. Kengî bixwazin em bê şert û merc amade ne ku bi wan re rûnin. Tu carî gumanên me ji tu kesî tune ne.”