Salih Mûslim li Marsîlyayê çû serdana rojnameya herêmî
Salih Mûslim li Marsîlyayê çû serdana rojnameya herêmî
Salih Mûslim li Marsîlyayê çû serdana rojnameya herêmî
Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim ku li ser vexwendina Kurdên Marsîlya li Marsîlyayê ye rojnameya La Marseillaise ya ku rojane tiraja wê 72 hezare ziyaret kir.
Mûdurê rojnamê Jean-Louis Bousquet Hevserokê PYD’ê li ber deriyê bînaya rojnamê ya ku li nêzî Vieux-Port’ê ye pêşwazî kir. Piştî roportaja ku Salih Mûslim dayî rojnamê şûnda tevlî resepsiyona ku ji bo xatira wî hatî dayîn bû. Di resepsiyonê de ku rêveberên din yên rojnameyê jî amade bûn, rêveberê rojnamê Jean-Louis bousquet di derbarê rojnameya xwe de agahî dan. La Marseillaise got ku rojname 70 sal bi veşartî hatiye damezrandin û hejmara xwe a yekem bi sergotara “Welatparêz yan jî Terorîst” derketiye. Rêveberê rojnameyê ku diyar kir rojname ji bo di dema şerê Cîhanê yê duwem de bibe dengê şoreşgerên Fransa bi veşartî hatî damezrandin diyar kir ku wê demê ji berxwedêran re terrorist di gotin û danasîna “terrorist” a ku li hemberî tevgera azadiyê a Kurd bi kar tînin rexne kir.
Bousquet ku diyar kir ew li gel hemû gelên tekoşîna azadiyê dimeşînin û got ku weke heya roja îro çêbûyî jî wê di sekna xwe ya li rex gelê Kurd berdewam bikin.
Rêveberê rojnamê piştî resepsiyonê Salih Mûslim li bînaya rojnamê gerand. Bousquet ku di nava çapxaneya ku her roj di şeşê de 72 hezar rojname lê tê çapkirin de giriyan diyar kir ku bîna 300 sal pêştir weke girtîgeh û bazirganiya koleyan hatiye bi karanîn. Rêveberê La Marseillaisê hem li ser derbazboya bînayê û hem jî ji ber di dîroka Marsîlya de meydana Vieux-Port ji çalekiyan re malevanî kiriye, ji ber nêzikatiya wê rojname li vir bi cih bûye. Salih Mûslim rojnameya La Marseillaise vexwende Rojava û xwest ku di mijara ewlehiyê de bila ti fikarên wan nebin. Mûslim got ku li Rojava li ser rojnamenûsan ti êrişek nîne û diyar kir ku destor ne dene vê yekê.