Salih Muslim bi nûnerê NY'ê re civiya

Salih Muslim bi nûnerê NY'ê re civiya

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bi armanca gotûbêjkirina civîna Cenevreya 2. rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li Cenevreyê bi nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê El-Exzer El-Ibrehîmî re civiya. Li gorî malpera Fermî ya PYD'ê . Şandeyek ji PYD'ê ku ji Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, Nûnerê PYD'ê yê Ewropa Ebdulselam Mistefa û Nûnerê PYD'ê yê Ferensa Xalid Îsa pêk dihat li Cenevreyê bi armanca nîqaşkirina tevlîbûna Kurdan di civîna Cenevreye 2. her wiha rewş Sûriyê û Rojavayê  Kurdistanê bi nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê El-Exzer El-Iberahîmê re civiya. Di civînê de şandeya PYD'ê piştgiriya  Desteya Bilind a Kurd ji xebatên aştiyane yên El-Ibrehîmî ku ji bo çareserkirine pirsgirêkên li Sûriyê û pirsgirêka kurd di çarçova civîna Cenvreye 2 ku tê payîn  di 22'ê çile de bê lidarxistin anî ziman. Her wiha şandeya PYD'ê ji El-Ibrehîmî xwest ku Kurd li ser navê Desteya Bilind tevlî civîna Cenevreyê bibin. Hate gotin ku El-Ibrehîmî bawer bû ku pêwîste Kurd li ser navê Desteya Bilind tevlî Cenevreye 2 bibin û soz da ku ew ê ji bo vê yekê bixebite. El-Ibrehîmî ji şandeya Kurd re destnîşan kir ku pêwîste her dem bi Kurdan re di nava hevkariyê de be û destnîşan kir serkeftina  civîna Cenevre 2 tê wateya çareserkirina pirsgirêka Sûriyê bi awayekî aştyane.