Sala 40'î ya PKK'ê li Viyanayê hate pîrozkirin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, sala 40. a PKK'ê hate pîrozkirin.

Şeva li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser pêvajoyê û dîroka PKK'ê axaftin hatin kirin. Her wiha nûneren gelek saziyên dost ên tevlî şevê bûn, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Piştî axaftinan sînevîzyon hate nîşandan.

Li dû sînevîzyonê Xelîl Xemgîn, Rotînda, Nûarîn, Koma Raperîn, Koma Sara, Koma Arîn Mîrkan û hunermendên herêmî derketin ser dikê.

Di şevê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn.