Sala 40'î ya PKK'ê li Rûsya û Swîsreyê hat pîrozkirin
Sala 40'î ya PKK'ê li Rûsya û Swîsreyê bi şev û şahiyan hat pîrozkirin.
Sala 40'î ya PKK'ê li Rûsya û Swîsreyê bi şev û şahiyan hat pîrozkirin.
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Krasnodar û Komara Xweser a Adigeyê yên Federasyona Rûsyayê û li bajarê Lûzern ê Swîsreyê hat pîrozkirin.
KRASNODAR
Li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê, salvegera damezrandina PKK'ê bi pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd li salona Konserê ya Florensa bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, sînevîzyonek li ser têkoşîna PKK'ê û nirxandinên Rêbeerê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê n li ser PKK'ê hate nîşandan.
Piştre Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd a Krasnodarê Refîq Babayev li ser girîngî û wateya rojê axivî.
Babayev destnîşan kir ku PKK ji bo gelê Kurd bûye sedema xwe jinûvegirtina li jiyanê û got, "Îro gelên cîhanê bi saya têkoşîna PKK'ê Kurd û Kurdistanê nas dikin û hurmetê nîşan didin. Lewma PKK ji bo gelê Kurd ê li ber tinebûnê bû, bû destana vejînê. Her Kurdê dixwaze cihê xwe di nava vê destana watedar de cih bigire, divê xwedî li nirxên wê yên pîroz derkeve. Nirxên herî mezin ên PKK'ê jî Rêbertî û Şehîd in. Wezîfeya me ya bingehîn e ku em xwedî li nirxên xwe derkevin û têkoşîna xwe bi ser bixînin."
Piştî axaftinê, hunermend Azad Bedran, Peywan Arjîn, Berfîn Mamedova, Roj Azad, koma govendê ya Şehîd Kados û hunermendên herêmî derketin ser dikê.
ADIGEY
Sala 40'î ya PKK'ê li Komara Xweser a Adigeyê li salona Împerya Hol'ê bi pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê hate pîrozkirin. Gelek Kurdistanî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê û nîşandana sînevîzyonê, Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Feyzo Huseyîn li ser wateya rojê axivî û got, "Bi PKK'ê re jiyan li Kurdan vegeriya. Lewma xwedîderketina li vê rojê di heman demê de xwedîderketina li dîroka xwe ye. Li ku dibe bila bibe, gelê Kurd divê qet ji bÎr neke ku bi saya kê rabûye ser piyan."
Kurdistaniyên tevlî pîrozbahiyê bûn piştre li ber stranên Azad Bedran, Peywan Arjîn û Berfîn Mamedova govend gerandin.
LÛZERN
Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê, salvegera damezrandina PKK'ê bi meşeke bi meşaleyan hat pîrozkirin.
Bi sedan Kurdistaniyên danê êvarê li Muhle Platzê li hev civiyan, bi meşaleyan dest bi meşê kirin. Girseya gel ji kolanên qelebalix ên bajêr derbas bû û li Muhle Platzê vegeriya. Piştre li vir mîtîngek li dar xist.
Rêveberê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lûzernê Mûlla Semsûr li vir axivî û bal kişand ser rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Semsûr got, "Serok Apo ev gel kir xwedî rêxistin û ji nû ve zindî kir. Bi saya PKK'ê gelê Kurd ji tinebûnê rizgar bû."
Semsûr destnîşan kir ku rizgarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wezîfeya pîroz a gel e.
Pîrozbahî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" qediya.