Sakîne, Rojbîn û Leyla li Avîgnonê hate bibîranîn
Sakîne, Rojbîn û Leyla li Avîgnonê hate bibîranîn
Sakîne, Rojbîn û Leyla li Avîgnonê hate bibîranîn
Kurdên li bajarê Avîgnon yê dikeve Başûrê Fransaê jiyan dikin, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin merasimek ya bîranînek pêkanîn.
Merasima bîranê ya di demjimêrên şevê roja Înê li Eglîse St Josepheyê pêkhat, nêzî sed kesan tevlî bûn. Piştî deqîqeyek ya rêzgirtinê bo “Şehîdên Kurdistan û şoreşê” dest bi axaftina hate kirin û hate gotin ku, yeketî û hevgirtina Kurdan dê bibe bersiva herî baş ya li dijî êrîşan. Erkê her kurdekê ye ku tekoşîna Sakîne, Fîdan û Leylayê bide berdewam kirin.
Di merasima bîranê de sînevîzyona ku dîmenên sê jinên Kurd yên hatine qetilkirin cih girtî, bû sedema kêliyên hestiyar. Merasima bîranînê bi xwarinên kevneşopî bidawî bû.