Sakîne Cansiz di sala 1958’an de li Dêrsimê ji dayik bûye. Di salên xwendekariyê de tevgerên ciwanên şoreşger nas dike û bi wan re dikeve nava têkiliyan.
Sakîne Cansiz piştî salên dûr û dirêj behsa wan salan dike û dibêje; “Bandora jiyana APOCIYAN li ser wê çêbûye û beşdarî nava wan bûye.”
Paşê li Enqere, Çewlik û Xarpêtê xebatan dimeşîne.Di 27’ê mijdara 1978’an de li navçeya gundê Fîsê yê navçeya Licêya Amed beşdarî yekemîn kongreya damezrandina PKK’ê dibe.
Di sala 1979’an de li ser xeta Xarpêt û Çewlikê tê girtin.
Li Zindana Amedê dimîne û rastî îşkenceyên hovane tê.
Ew yek ji wan kesan e, ku di îşkenceyê de bi şiara, ‘teslîmiyet xiyanetê, berxwedan serkeftinê’ tîne li ber xwe dide.
Her kêliyek jiyana wê li hemberî dijminê wê serkeftin e.
Rastî îşkenceyên ku aqil û wijdanê mirov qebûl nake tê.
Nifşên salên 1980-1990’î bi berxwedan û qehremantiya Sakîne Cansiz mezin bûn..
Piştî ku ji zindanan derdikeve berê xwe dide Rojhilata Navîn paşê jî diçe çiyayên Kurdistanê.
Çiya bi çiya geriya Sakîne... Şervantî, fermandarî, mamostetî û hevaltî kir...
Sakîne Cansiz..
Nav û sembola berxwedana şoreşgera jin a Dêrsimê ya ku li hemberî dijminê xwe serbilind rawestiye.
Ew, bersiva pirsa ‘jiyaneke çawa’ bû...
***
Fîdan Dogan..
Di sala 1982’an de li Elbîstanê ji dayik bû.
Paşê li gel malbata xwe hatin bajarê Fransa Strasbourgê.
Zaroka malbatekî welatperwerbû.
Bi destan û çîrokên berxwedanê, bi destana Sakîne Cansiz mezin bû.
12 salan di nava saziyên kurdan de bi awayekî aktîf xebitî. Dîplomatek ciwan, şervana gelê xwe bû.
Li her derê, li her qadê, di nava her şert û mercan de Fîdan ‘heval’ bû.
Li Ewropayê mezin bû lê hemû taybetbendiyên xwe yên li Kurdistanê parastibû.
Yek ji daxwazên wê yên herî mezin ew bû ku beşdarî Newroza Amedê bibe. Lê di rojbûna xwe ya 31’mîn de li Amedê, li ser axa Kurdistanê ji aliyê milyonan ve hat pêşwazîkirin.
Leyla Şaylemez
Di sala 1989’an de li navçeya Licêya Amedê ji dayik bû.
16 salan li Ewropayê bû. Di nava xebatên çandî de ma, beşdarî hemû xebatên ciwanan bû...Ew yek ji pêşengên ciwanên kurd bû.
Leyla jî wekî Fîdan bi berxwedana Sakîne Cansiz û hevalên wê mezin bûbû...
Sê jinên kurd, ji nifşên cuda, xwedî jiyan û çîrokên cuda bûn...
Lê armanca wan yek bû...
Di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn cem hevdu. Yek ji Dêrsimê, yek ji Mereşê, yek ji Amedê bû...
Sê gul, sê jin, sê şoreşger bûn...
Ew Kurdistan bûn...
Dibe ku li pişt qatilên wan ‘hêzên mezin’ hebin... Lê ew qatil, ew hêz niha di odeyên tarî de di nava jiyaneke tarî de dijîn...
Fîdan, Sakîne û Leyla jî di dilên milyonan de, di dilê welatekî de ne...
*Azadiya Welat