Cenazeyê Sazumankara PKK'ê Sakîne Cansiz ku li Amedê ji aliyê 100 hezaran kesan ve hat oxirkirin, bi karwaneke mezin gihişt Dêrsimê. Sakine Cansiz bi karwanekî bêserî û binî gihişt Dêrsimê û bi sloganan hat pêşwazî kirin.
Li Amedê bi 100 hezaran welatiyan ji bo Sazumankara PKK'ê Sakine Cansız, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fidan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez merasimek bi heybet pêk anî. Pişti merasimê girsê bi sloganên "Şehît namirin" ber bi bajarên wan ve hatin rêkirin. Cenazeyê Sakine Cansiz bi karwaneke herî mezin ber bi Dêrsimê ve hat birêkirin.
Cenanzeyê Cansiz di saetên êvarî de ji aliyê girseyek mezin ve bi slogana "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" û "PKK gel e, gel li vir e" û "Şehit namirin" li Pira Seyîtlî hat pêşwazî kirin.
Bi hezaran maşîne li Geliyê Munzurê dîmenên rengîn ava kir. Welatiyen li ser kolanan jî bi îşaretên serkeftinê maşîne pêşwazî kirin. Lambayê hezaran maşîne geliyê Dêrsimê ronî kir. Cenazeyê Cansiz birin Cemxaneyê û dê sibê li Dêrsimê bê definkirin.