Şahîn Onerê 19 salî ku ma bin panzêrê, jiyana xwe ji dest da

Şahîn Onerê 19 salî ku ma bin panzêrê, jiyana xwe ji dest da

Li semta Şehîtlîkê ya Yenîşehîra Amedê ciwanê 19 salî Şahîn Omer ku ma bin panêzêra polîsan, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 

Li semta Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîra Amedê komek ciwanên ku xwestin 15'ê Sibatê Roja anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar bikin ratî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan bi panzêrê mudaxaleyî komê kir û di mudaxaleyê de ciwenekê 19 salî Şahîn Omer ket bin panzêrê.

Ciwanê ku ket bin panêzêrê bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Şahîn Onerê 19 salî ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Şahidê bûyerê diyar kirin ku polîsan bi panzêrê li Omer qelibandiye. Lê ajansên din ên nûçeyan jî îdîa kirin ku bombe di destê wî de teqiya ye û jiyana xwe ji dest daye.