Şahidên bûyerê: Wezayita polîsan Oner perçiqand
Şahidên bûyerê: Wezayita polîsan Oner perçiqand
Şahidên bûyerê: Wezayita polîsan Oner perçiqand
Ciwanê 19 salî Şahîn Oner ê maşîneya polîsan lê xist jiyana xwe ji dest da. Şahidên bûyerê diyar kirin ku akreba polîsan lê xist û ket bin maşîneya polîsan. Cenazeyê Oner ji bo otopsiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê tê rawestandin.
Li semta Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîra Amedê komek ciwanên ku xwestin Komploya Navneteweyî ya 15'ê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar bikin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan bi panzêrê mudaxaleyî komê kir û di mudaxaleyê de ciwenekê 19 salî Şahîn Omer ket bin panzêrê. Ciwanê ku ket bin panêzêrê bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Amedê.
Şahîn Onerê 19 salî ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Şahidên bûyerê diyar kirin ku wesayita “akreb” a polîsan bi lez ket kolanê û li Şahîn Oner xist û xist bin xwe. Şahidê bûyerê Yilmaz Dag, anî ziman ku maşîneya polîsan bi lez û bez hat cihê bûyerê û ket kolanê. Dag, anî ziman ku Şahîn Oner ji ber xwe ji akrebê xelas nekir ket bin akrebê û di bin wê de ma. Dag, ani ziman ku piştî akrebê lêxist derbas bû û piştî demekê paşve vegeriya û Oner xistin hundirê akrebê û birin.
Şahidê bûyerê Nurttîn Nazîlli jî anî ziman ku wî serê bûyerê nedît, lê dît ku polîsan Şahîn Oner ji erdê rakirin û nîv tazî avêtin hundirê wesayitê. Nazîlli, da zanîn ku maşîneya polîsan bi paşve hat û rahiştin Oner û piştî ew xistin hundirê maşînê ji cihê bûyerê dûr ketin. Nazîllî da zanîn ku cilê Şahîn Oner ji ser wî şiqitî bû û laşê wî tev peliqî û eciqî bû. Nazîlli, anî ziman ku wî pişta Oner dît û şopa perçiqandinê hebû.