Şahidê bûyerê: Polîsan jinek înfaz kirin ya din jî qetil kirin
Li Êlihê duh êvarî polîsan du jin qetil kirin, şahidê bûyerê jinên hatine înfazkirin û qetilkirin vegot.
Li Êlihê duh êvarî polîsan du jin qetil kirin, şahidê bûyerê jinên hatine înfazkirin û qetilkirin vegot.
Li Êlihê duh êvarî polîsan du jin qetil kirin, şahidê bûyerê jinên hatine înfazkirin û qetilkirin vegot.
Li Cadeya Veysel Karanî ya li Taxa Aydinlikevler a Êlihê duh danê êvarî 2 jinên nasnameyên wan nehatin eşkerekirin ji aliyê polîsan bi gulebaranê hatibûn qetilkirin.
Lêkolîna cihê bûyerê ya ji duh ve bi dorpêça polîsan pêk hat bi dawî bû. Medyaya alîgir a berdevktiya AKP’ê dike nûçeyên wek “di bûyerê de jinekê xwe kuşt û ya din jî di şer de hat kuştin” serwîs kiribûn, hewl dabûn rengekî her du jin jî di şer de jiyana xwe ji dest dane bide.
Lê li cihê bûyerê di gelek kargeh û malan de şopa guleyên ku polîsan cade û kolan ketober gulebaran kirine tê dîtin. Şopan guleyan nîşan didin ku di dema gulebaranê de jin hatine qetilkirin. Şahidekî bûyerê yê nexwest navê xwe bide jî got jinek ji aliyê hêzên dewletê li ser kêleka rê hatiye qetilkirin, ya din jî li hewşa maleke li kolanê hatiye înfazkirin.
Dikandarên derdor û gel diyar kirin ku ji ber gulebarana bê navber nikarîbûn derkevin derve, îfade kirin ku ji ber dengê çekan ê zêde ti kes derneketiye derve. Cenazeyên her du jinên hatin qetilkirin li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê tên rawestandin.